Ji jinên Îzmîrê peyama 'Divê çapemenî azad be' 2022-06-18 09:04:55     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Welatiyên Îzmîrê bertek nîşanê girtina rojnamegeran dan û gotin: "Hebûna nêrînên cuda wê demokrasiyê pêk bîne. Lê welat azadiya fikr û ramanê nemaye. Li hemberî rojnamgerên kurd êrişek heye û divê em xwedî li rojnamegerên kurd û rastiyan derkevin."   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polisan di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes binçavkirin û 8 rojan binçavan de man. Di 15’ê hezîranê de derxistin dadgehê û 16 kes bi îdiaya endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê kirine hatin girtin. Safiye Alagaş, Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Azîz Oruç, Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel, Abdûrrahman Oncu û Lezgîn Akdenîz bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Rojnameger Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Bertekên li dijî girtina rojnamegeran didome. Welatiyên Îzmîrê der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku divê demildest bên berdan.   Deng neyê derxistin wê zext zêde bibin   Xwendekar Ahîn Torîn: 16 rojnameger hatin girtin. Beriya wê jî konserên kurdî hatin qedexekirin. Em deng dernexin wê dengê me qut bikin. Divê ji bo rojnamegerên kurd tiştek bê kirin. An jî wê zilm û îşkence bidome. Hêviya me eve ku kurd bên gel hev û mafên xwe bigirin.   Hebûna nêrînên cuda wê demokrasiyê pêk bîne   Yagmur Yurttaş: Li welatê me azadiya fikr û ramanê tune. Em tenê li ser çapemeniya dijîtal rojevê dişopînin. Pergaleke ragîhandina çapemeniyê ya yek alî heye. Em li dijî girtinan ne matmayî ne. Hêvîdarim demên ku azadiya fikr û ramanê pêk bên. Temenê biçûk e lê dema zarokatiyê de azadiya fikr û ramane hebû. Ger fikr bên parvekirin wê têkili hebe. Çiqas fikrên cuda hebin wê demokrasî hebe.   Li dijî kurdan newekhevî heye   Xwendekar Sevcan Kubay: Karê rojnamegeran lêkolîne. Çiqas bêjin rojnamegerî pêş ketiye jî çiqas bêjin newekhevî tune jî navbera kurd û tirkan de newekhevî heye. Ev rewş wê kengê sererast bibe em nizanin. Der barê kurdan de binpêkirina mafan zêde dibe.    Çapemenî bêdeng be kes nikare van agahiyan bigire   Karmend Canan Ertok: Min xwe dîtiye nedîtiye azadiya çapemeniyê tune. Bi tu awayî nikare dengê rojnaemgeran bê birîn. Divê qedexeya çapemeniyê tunebe.  Çapemenî dengê gel e. Dewlet li dijî çapemenî û rojnamegeran dijminahiyê dike.  Me di Ugur Mumcu de jî jiya. Armanca wan bêdengkirine. Dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin û gel xwe negihîne agahiyên rast û heqîqetê. Gel wê her tiştî baş bizanibe. Digotin li rojhilat teror heye em nediçûn. Em li aliyekî welat in ew jî li aliyê din bûn. Azadiya çapemeniyê divê hebe. Tu kes nikare tevli azadiya kesî bibe.   Ji ber objektîfa rastî êrişan hat   Xwendekara zanîngehê Zahîde Kaplan: “Demek dirêje li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tune. Ne tenê li hember çapemeniyê li hember hemû kesî êrîş hene. Kes nikare fikrên xwe azad bêje. Çapemeniya alîgir bi alî tevdigere. Divê piştgiriya ji bo çapemeniya bêalî bê dayîn.