ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-18 09:00:00     *Rojnamevanên kurd li dijî girtina 16 hempîşeyên xwe bertek nîşan dan û gotin: "Em pênûsa heqîqetê li erdê nahêlin." DÎMEN HEYE   *Makbûle Paksoy a ku keça xwe Leyla Paksoy, a di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da bi strana “Min xatir ji te nexwest” bi bîr tîne got, " Zilma dewletê li ser me bi dawî nebûye, lê ez keça xwe ji bîr nakim, li ser şopa wê me û natirsim."  DÎMEN HEYE   * Fermandarê YBŞ’ê Cengîz Durak, di sala 2017’an de li Şengalê jiyana xwe ji dest dide, dayika wî Afiye Durak, diyar kir ku ji ber tirsê ewqas êrişê li kurdan dikin û got: "Dema mijar dibe kurd herkes bêdeng dibe û dibin yek. Divê em kurd jî bibin yek."  BI DÎMEN   *Welatiyên Îzmîrê bertek nîşanê girtina rojnamegeran dan û gotin: "Hebûna nêrînên cuda wê demokrasiyê pêk bîne. Lê welat azadiya fikr û ramanê nemaye. Li hemberî rojnamgerên kurd êrişek heye û divê em xwedî li rojnamegerên kurd û rastiyan derkevin." BI DÎMEN    * Nivîskar û parêzvanên mafê mirovan der barê rewşa siysetmedara kurd Aysel Tugluk û girtiyên din ên nexweş de banga tahliyeyê kirin û gotin: “Girtina Ayselê binpêkirina maf e. Em hemû ligel Ayselê ne û daxwaza me ev e ku Aysel demildest bê berdan.” BI DÎMEN