Li gelek navendan Denîz Poyraz hat bibîranîn 2022-06-17 16:53:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 1'emîn salvegera kuştina Denîz Poyraz de li gelek navendan bernameyên biranînê hatin lidarxistin û hat destnîşankirin ku kesên kuştina Denîz bi rêxistin kirine tên parastin.   Denîz Poyraz di 17'ê hezîrana 2021'an de li avahiya HDP'a Îzmîrê ji aliyê Onûr Gencer ve hat kuştin. Di ser kuştina Denîz re salek derbas bû û hê jî ceza li kujerê Denîz nehatiye birîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di yekemîn salvegera kuştina wê de Denîz Poyraz li gelek navendan bi bîr anî.    Mêrsîn   Meclisa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê jî li Parqa Ozgur Çoçûk ji bo bîranîna Denîz Poyraz daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Denîz Poyra Nemir e" hat vekirin, wêneyên Poyraz û dovîzên mîna "Jin Jiyan Azadi" , "Ji Qirkirina Jinê re Na" hatin hilgirtin. Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî di nav de nûnerên gelek partî û rêxistinên sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de destpêkê Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Bedriye Kûş axivî û diyar kir ku kunerê Poyra ne tenê Onûr Gencer e û bertek nîşanî polîtîkayên desthilata AKP-MHP'ê da.     Parlamenter Kemal Bulbul jî axivî û diyar kir ku kujerê Poyraz gotiye ku ew hevalê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ye û wiha axivî: "Suleyman Soylû û dûvikên wî dijminê jinan û kurdan sûc dikin. Em bi rêxistineke sûc re rû bi rû ne. Piştî Denîz êrişî gelek navçeyên me kirin. Em we nas dikin. Ji Wedat Aydin û Orhan Dogan nas dikin. Faşîstên nîjadperest derkevin meydanê, hûn sûcdar in. Em mafdar in, em ê qezenc bikin. Em ê hesabê Denîz, Wedat Aydin û Apê Mûsa ji we bipirsin."   Edene    Rêxistina HDP’a Edeneyê bi daxuyaniyekê li avahiya xwe Denîz Poyraz bi bîr anî. Di bîranînê de wêneyên Denîz Poyraz û gul danîn ser maseyê û find hatin pêxistin. Endam û rêveberên TJA, HDK, HDP, DBP, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê, Navenda Çand û Hunerê ya Binevşê, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, AATUHAY-DER, AYKAY-DER, ESP, Malêngel (Halkevleri) û gelek kes beşdar bûn. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş ê di birîanînê de axivî, bi lêv kir ku bi komkujiyan hewl didin qada muxalefetê ya HDP’ê bê tengkirin û bikevin pêş azadiya siyaset kirina wê. Hevseroka HDP’a Seyhanê Şukran Efeturk jî bi lêv kir ku wê li dijî zext û êrişan serî netewînin.    Riha    HDP’a Rihayê jî ji bo Denîz Poyraz bernameyeke bîranînê li dar xist. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, rêveberên OHD’ê û gelek kes li pêş avahiya partiyê kom bûn. Girseya kom bû ji ber deriyê partiyê ber bi Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a daxuyanî lê were xwendin bi pankarta “Denîz Poyraz nemir e” meşiya. Di dema meşê de dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin û wêneyên Denîz Poyraz hatin hilgirtin. Di bîranîna bi rêzgirtinê dest pê kir de Hevseroka HDP’a Rihayê Çîgdem Karakeçîlî axivî. Karakeçîlî, diyar kir ku desthilat ji polîtîkayên cihekar heviyê dike û wiha got: “Em jin em ê bi têkoşîna xwe aştiyê bînin, azadî wê bi têkoşîna me ya jinan li vî welatî şîn bibe.”   Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî bi lêv kir ku gel kujeran baş nas dike û wiha got: “Demekî dirêje partiya me ji aliyê desthilatê ve hedef tê nîşandan. Di encama van hedef nîşandanan de hevala me Denîz hate qetilkirin. Pergal kujeran diparêze. Em soz didin Denîzê heta ku azadî û demokrasî were em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”   Meletî   Rêxistina HDP’a Meletiyê jî li avahiya xwe çalakiya bîranînê li dar xist. Rêveberên HDP’ê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tev li bûn. Pankarta “Denîz Poyraz nemir e” û wêneyên Denîz Poyrazê li eywana ku bîranîn li dar xistin, hate daliqandin. Kesên tev li bîranînê bûn, qurnefîl danîn pêşiya wêneyê Denîz Poyraz ê li ser maseyê hatibû bicihkirin. Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya ku di bîranînê de axivî, wiha got: “Bi ser komkujiyê re salek derbas bû lê edalet pêk nehat. Heta ku edalet pêk were û kujer hesabê bidin em ê têkoşîna xwe bidomînin.    Bîranîn bi xwendina helbestan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.