Li kampa Holê cenazeyên 2 jinan hat dîtin 2022-06-17 16:11:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyên 2 jinan li kampa Holê ya Hesekê dîtin.   Çavkaniyên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ajansa ANHA'yê re got cenazeyek ê jineke ji Reqayê ya bi nave Fatme Omer El-Muxlif e û yê din jî nehatiye naskirin.   Heman çavkaniyan da zanîn ku ew her du cenaze îro li beşa sêyemîn a kampa Holê hatine dîtin.   Kampa Holê ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye, tê de bi deh hezaran çete û malbatên wan ên ji zêdetirî 50 welatên cuda hene.   Tevî bangên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piranî dewlet red dikin ku welatiyên xwe yên li kampa Holê wergirin.   Piştî zêdebûna gef û gurên dewleta tirk, çeteyan sûcên xwe li kampa Holê zêde kirin û gelek koçberên li kampê di vê dema dawî de kuştin.   Şêniyên herêmê bang li dewletan dikin ku welatiyên xwe yên li kampa Holê wergirin an jî destekê bidin ku dadgeheke navneteweyî were avakirin da ku çete li ser sûcên wan ên li dijî welatiyên sûrî, iraqî û dewletên din werin darizandin.