Denîz Poyraz li Mêrdînê hat bîranîn 2022-06-17 14:30:26   MÊRDÎN - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê, li Mêrdînê ji bo bîranîna Denîz Poyraz daxuyaniyek hat dan û gotin: "Hûn hikarin bi zext, binçavkirin û girtinan me bêdeng bikin. Em bêdeng nabin, natirsin û em îteat nakin. Em ê li ber xwe bidin."    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo bîranîna Denîz Poyraz daxuyaniyek li ber avahiya HDP'ê ya Mêrdînê hat dayîn. Gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Me bi berxwedan û tekoşîna xwe hesap pirsî. Hûn nikarin me bêdeng bikin” hat vekirin. Her wiha jinan wêneyên Denîz jî hildan. Aktîvîsta TJA'yê Eylem Amak axivî.    Eylem, diyar kir ku kuştina Denîz bi planî pêk hat û got: "Em ê ji bo pêk anîna edaletê di nava têkoşînê de bin. Hûn hikarin bi zext, binçavkirin û girtinan me bêdeng bikin. Em bêdeng nabin, natirsin û em îteat nakin. Em ê li ber xwe bidin. Em ê bi rêxistkirî têkoşîna xwe bidomînin. Em ê hesab ji kujeran bixwazin."   Her wiha li navçeyên Mêrdînê jî ji bo Denîz Poyraz daxuyanî hatin dayîn.