Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne 2022-06-17 13:26:18   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 466 roj in didome. Malbatê îro ev peyam parve kir: "Em di rêya heq de ne, em ê gotina xwe ya heqiqetê bidomînin."   Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a ku di 9’ê adara 2021’an de dabû destpêkirin, di roja 466’emîn de berdewam dike. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê Emîne Şenyaşar nobeta xwe li mala wan a li navçeya Pirsûsê û kurê wê Ferît Şenyaşar jî li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir.      Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: "Em çar sal in li pey edaletê ne, 466 roj in jî li pêşiya edliyeyê nobetê digirin. Daxwaza me edalet e, tu girîngiya ku em li dijî kê ne, nîn e. Em di rêya heq de ne û em ê vegotina xwe ya heqiyê bidomînin."