Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê 2022-06-17 13:10:52   STENBOL - Ji bo piştevaniya bi 16 rojnamegerên li Amedê hatine girtin, endamên Sendîkaya Basin Îş’ê ji Enqere û Stenbolê ber bi Amedê ve bi rê ketin.    Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Mimdûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, rojnameger Omer Çelîk, Sûat Doguhan, Ramazan Gecîken, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Remziye Temel, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn binçavkirin û piştî binçavkirina 8 rojan jî hatin girtin.    Pêla piştevaniya bi rojnamegeran re her ku diçe zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de gelek rêxistinên rojnamegeran ên welatên cuda girtin û zextên li ser rojnamegerên kurd şermezar kirin.    Di vê çarçoveyê de Sendîkaya Basin Îş a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ku piştevaniya bi rojnamegeran re birêxistin dike, bi daxwaza berdana hempîşeyên xwe ber bi Amedê ve bi rê ketin. Dê li rojnamegerên ku li Stenbolê bi rê ketin li Enqereyê jî tevlibûn çêbibe. Tê payîn ku rojnameger sibe bên Amedê.