Li Marsîlyayê ji bo jinên girtî çalakiya piştevaniyê 2022-06-17 09:57:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li Komeleya Mafên Mirovan a Marsîlyayê li hev civiyan, ji bo piştgiriyê bidin jinên li girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne, çalakiyek li dar xistin.   Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, endamên Kolektîfa Piştevaniya bi Kurdistanê re û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li Komeleya Mafên Mirovan li hev civiyan û ji bo siyasetmedar, hunermend û rojnamevanên jin ên li girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne, pêşangeheke piştevaniyê vekirin.   Herwiha jinan ji Gulten Kişanak, Sebahat Tûncel û hunermend Nûdem Dûrak re her wiha ji gelek jinan re name nivîsîn.