Dayika Aşitiyê: Nikarin çapemeniyê bê deng bikin 2022-06-16 19:21:36   AMED - Şandeyeke ku ji Dayikên Aşîtîyê, Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA'yê pêktê serdana DFG'ê kirin û peyama xwe ya piştevanîyê parve kirin. Dayika Aştiyê ya di serdanê de axivîye got çapemeniya azad dengê me ye û hûn nikarin dengê me qut bikin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes di 8’ê hezîranê de hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirina 8 rojan jî duh derxistin Edliyeya Amedê û ji 22 kesan 16 rojnameger hatin girtin. Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca balkişandina ser rojnamevanên hatine girtin serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kirin. Endamên TJA'yê, Dayîkên Aştiyê, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevlî serdanê bûn.    Remziye Tosun di serdanê de bal kişand  ser êrîşan û got: "Emvê bi her awayî li gel çapemeniya azad bin. Îtidara heyî jî bo çapemeniyê bixe bin sîstema xwe hemû rêbazan bi karbtîne. Yên ku li dijî wan qaliban tevdigerin jî rastî êrîşan tên. Li Tirkîyeyê çapemenî di bin gefan de dixebite. Bi vî rengî dixwazin dengê gel qut bikin. Dixwazin civakê bê xeber bihêlin." Dayika Aştiyê Emîne Denîz jî dîyarkir ku zextên li ser çapemeniyê ne hiqûqî ne û wiha berdewam kir:" Em van êrîşên ne hiqûqî ne şermezar dikin. Çapemeniyê sûcek nekiriye. Rojnamevanî di rêya heq û hiqûqê de pêk hatîye. Ew hatin girtin lê li cihê wan wê bi sedan kes werin. Ew çapemeniya azad in û dengê me ne. Kesek nikare dengê me bibire."    Piştî axaftinê şandeyê peyama xwe ya piştgiriya bi DFG'ê re parve kir.