Li Qilebanê zarokê 3 salî jiyana xwe ji dest da 2022-06-16 16:11:29   ŞIRNEX - Li bajarokê Sêgirkê ya navçeya Qilebanê zarokê 3 salî Melîh Babat ê ji ber wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Başkaya ya bajarokê Sêgirk a navçeya Qilebana Şirnexê, zarokê 3 salî Melîh Babat duh ji ber wesayîta lê qelibî jiyana xwe ji dest da.     Melîhê ku li cihê bûyerê bi giranî birîndar bû, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. Li vir li dijî hemû mûdaxaleyan Melîh jiyana xwe ji dest da.    CEnazeyê Melîh li goristana Sêgirkê hat definkirin. Hat ragihandin ku kesê bi navê M.N.B. yê ku zarokê qelibî duh hat binçavkirin û li Qereqola Sêgirkê tê girtin.