'Sema Yuce parastina deskeftî û ramanên jina azad kir' 2022-06-16 12:12:22     KOBANÊ - Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê, di salvegera 24'emîn a şehadeta Sema Yuce de civînek li dar xist.   Kongereya Star di salvegera 24'emîn a şehadeta Sema Yuce de civînek li dar xist. Di civînê de alê Kongereya Star, wêneyên cangoriya azadiyê Sema Yuce hatibû daliqandin. Di civînê de tevahî endamên jin ên Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê beşdar bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtin a ji bo bibîranîna têkoşerên azadiyê hat girtin û pişt re nameya çirûska şoreşê Sema Yuce ji aliyê Hedê Osî ve bi zimanê Erebî ve hate xwendin. Her wiha Denîz Firat li ser navê Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê axaftin kir.   'Sema Yuce parastina deskeftî û ramanên jina azad kir'   Denîzê di axaftina xwe de anî zima ku têkoşer Sema Yuce ji bo xwedîderketina li şoreşa jinê her tim li berxwe da û wiha got:"Sema ne weke her jinek e normal bû. Sema xwedî gelek taybetmendiyên cûda ye. Mirov dema li kesayeta wê dinihêre, hêzeke xurt bi dest dixe. Her wiha Sema xwedî vîna mezin bû. Dema tiştek dikir armanc dîrek pêk dianî. Her çiqas zehmetî hebe her çiqas astengî heba jî wê li berxwe dida. Wê têkoşîn dikir û xwe digihêjand xwesteka xwe. Heta ku di vê kêliyê de bi şehadeta xwe parastina deskeftî û ramanên jina azad kir."   Civîn bi dirûşmên "Jin jiyana azad" û "Şehîd namir in" bi dawî bû.