Cenazeyê Gulîstan Ekîncî piştî bi 6 mehan dan malbata wê 2022-06-16 10:31:10     MARDÎN - Gulîstan Ekîncî ya ku di êrîşeke hewayî ya li Çiyayê Bagokê di meha Kanûnê de pêk hat jiyana xwe ji dest da, malbata wê piştî bi 6 mehan cenazeyê wê girt û li Sêrtê defin kir.   Li Çiyayê Bagokê yê li Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, di 11'ê Kanûna 2021'ê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û heta 15'ê Kanûnê berdewam kiribû. Di operasyona ku pêk hat de 6 şervanên YJA Starê jiyana xwe ji dest dabûn. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan cenazyê Denîz Orak û Sîmanur Kaya teslîmî malabta wan hatibûn kirin , lê cenazeyê 4 kesên din bi hinceta ku nehatine teşhîskirin li Goristana Bêkesan a li Artukluya Mêrdînê hatibûn definkirin. Ji kesên ku li vê goristanê hatibûn definkirin Betul Dîlan, Fatma Çîçek û Şîlan Çîçek cenazeyên wan di dîrokên cuda de radestî malbatên wan hatin kirin.   Piştî ku malbata Gulîstan Ekîncî ya YJA Starê Gulîstan Ekîncî jî mînaka xwînê da û bi encam bû, malabtê cenazeyê keça xwe girt û bir Sêrtê. Gulîstan a ku di bin dorpêça polîsan de birin Sêrtê li wê jî ji bo merasîma cenaze destûr nedan ku ji malbata wêdetir tu kes tevli bibe û destûr nehat dayîn ku li gorî rê û rêbazên olî cenazeyê Gulîstanê bê amadekirin.   Cenazeyê Gulîstanê ji aliyê malabta wê ve li Goristana Şeh Musa a Sêrtê hat definkirin û malbat serdanên ji bo sersaxiyê jî li mala xwe qebûl kir.   Hîna jî li goristana bêkesan a li Artukluyê cenazeyê 49 kesî tê ragirtin. .