MXDŞ: Êrişa li Sinûnê bi hevkariya PDK’ê pêk hat 2022-06-16 10:06:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê êrişa li hemberî avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê MXDŞ'ê daxuyaniyek da û got: "Di êrişê de zarokekî 12 salî şehîd bû, 7 kes jî birîndar bû. Bi qasî dewleta Tirk, PDK ji vê êrişê berpirsyar e.    Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), derbarê êrişa dewleta Tirk a li hemberî avahiya Meclîsa Gel a Sinûna Şengalê hatî kirin daxuyaniyek da.    Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye:    "Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de ya li ser Meclîsa Gel a Sinûnê zarokê bi navê Selah Nasir şehîd bû. Em sersaxiyê ji malbata Nasir Xidir Naso re dixwazin. Her wiha ji birîndaran jî şîfa xêrê dixwazin.   Plan û zexta neyaran a li ser Şengalê didomin. Di serî de dewleta Tirk û hevalbendên wê bi planên qirêj hewl didin îrade û destketiyên gel tune bikin. Dewleta Tirk planan bi hevkariya PDK'ê û hin kesên li nava hikumet û artêşa Iraqê dimeşîne. Dezgehên Parastinê yên PDK'ê bi îstîxbarata Tirk dest bi zext û zordariyê kirin ku xelkê Şengalê dest ji mafê xwe yê rewa, sazî û dezgehên xwe berde. Ji ber ku bi van zextan negihişt armanca xwe, dest bi êrişên hewayî kirin."   Di encama vê êrişê de zarokê 12 salî Selah Nasir şehîd bû, endamên meclîsa giştî, rojnamevanek û endamên meclîsa gel a Sinûnê jî di nav de 7 kes birîndar bûn. Di nava birîndaran de hinek ji wan rewşa wan giran e.   Van demên dawî PDK bi gelek awayan hewl dide ku tevlîheviyê li Şengalê çêbike, Şengalê vala bike û gel ji Rêveberiya Xweser dûr bixe. Bi vî rengî hewl dide pîlana 9'ê Cotmehê pêk bîne. Senaryoya vê êrişê û hewldanên PDK'ê yên piştî êrişê ji mêj ve hatibûn amadekirin.   Dezgeha Îstîxbaratê ya PDK'ê Parastin û MÎT a Tirk beriya êrişê li Hewlêrê li hev rûniştin, li ser Şengalê planên nû nîqaş kirin. Piştî êrişa li ser meclîsa gel a Sinûnê jî senaryoya wan hînê dewam dike. Çend kesên kirêgirtî hewl dan provokasyonê bikin û civaka me li ber hev rake. Kesayetên xwe weke berpirsên Êzidiyan dibînin, lê bi ser PDK'ê ve ne, êrişa li ser sivîlan berevajî dikin û hewl didin rê li ber êrişên nû vekin.   Lê divê gelê me hişyar be û zanibe ku sedema van êrişan di serî de PDK, ew kesên hevkariya bi wan re dike ne. Em bang li gelê xwe, serokeşîr, rûspî, rewşenbîn, ciwan û her beşên civakê dikin ku êdî rê nedin van lîstikên li ser civakê."   Em ji tevahiya cîhanê re diyar dikin ku berxwedan û têkoşîna me wê heta Şengaleke xweser û azad, heta serketinê dewam bike. Îradeya me ji hemû êrişên dijmin bi hêztir e."   Kesên ku bi MÎT û PDK'ê re hevkariyê dikin, berpirsyarê yekemîn ji rijandina xwîna zarokên êzidiyan e. Divê gelê me van kesan di nava xwe de nehêlin."