'Min derfeta herî mezin a ji bo pêşketinê di Weqfa Jina Rewşenbîr de dît' 2022-06-16 09:05:49     KOBANÊ -  Têkildarî perwerdekirina jinê û pêşketina jinê ya li Weqfa Jina Rewşenbîr a Herêma Firatê Emîne Mihemed wiha got:"Min derfeta xwe ya herî mezin a ji bo pêşketinê di Weqfa Jinê de dît."   Weqfa Jina Rewşenbîr a Herêma Firatê bi armanca destekdayîna jina rewşenbîr û rêxistinkirina wê di 3'yê Tîrmeha 2017'an de hate avakirin. Her wiha  ji bo pêşketina jinan a di her aliyê jiyanê de, xebatan dide meşandin. Yek ji van xebatana, Perwerdekirina Jinan a di qada Tendirustiyê de ye. Ev perwerdeya ji bo jin û zarokên wan girîng e. Her wiha  ji bo sûdekê bidin civakê û xwe pêş bixin girîng e. Di derbarê vê mijarê de Emîne Mihemed a ku beşdarî perwerdeyê dibe ji ajansa me re nêrîna xwe anî ziman.   'Min sînorê tirsê yê xwînê qut kir'   Emîneyê di destpêka axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ji bo tevlibûna dewreyê gelekî kêfxweş bûye û wiha got:"Ev mehek heye ez tevlî perwerdeyê bûme loma ez gelekî kêfxweş im. Ji ber ku ez pir ji xwînê bi tirs bûm, min nikaribû lê binihêriya. Ev yek jî ji bo min zehmet bû. Lê piştî ku ez hatim tevlî vê dewreyê bûm, min ev sînorê tirsê yê di navbera min û xwînê de qut kir û derbas kir. Ez di destpêkê de bi tirs nêzî serûm û derziyê dibûm, lê piştî çend rojan min dît ku êdî ev tirs winda bû. Ez niha hîn dixwazim fêrî tiştên dîtir bibim. Hezkirina min ji vê yekê re gelekî mezin bû."   'Ez pir kêfxweş im ku cihekî taybet ji bo pêşketina jinê heye'   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku fêrî her tiştî bibin û wiha got:"Bangewaziya min ji her jinekê re heye ku were xwe fêrî her tiştî bike. Ez dixwazim jin di civakê de fêrî her karî bibe. Jin di her aliyê jiyanê de xwe biafirîne. Her wiha ez bi xwe jî dibêjim ku ez çiqasî tiştan fêr bibim jî hîn perwerde ji bo kesayeta min lazim e. Ez pir kêfxweş im ku cihekî taybet ê li ser pêşketina jinê dixebite heye. Em ji bo vê yekê pir serbilid in."   'Min derfeta xwe ya herî mezin a ji bo pêşketinê di Weqfa Jinê de dît'   Her wiha Ronahî Qadir a ku di nava dewreyê de cih digire wiha axivî:"Ez dema hatim Weqfa Jinê berî vê demê, min ji xwe ew dewereya Kofîrtiyê ya ku sê mehan dewam dike xelas kir. Min karekî xwe yê derbarê xemilandina jin û bûkan de da meşandin. Piştî wê di demeke kurt de min bihîst ku perwerdeya tendirustiyê hatiye destpêkirin. Min ji xwe re got pêwîstiya min gelekî bi tendirustiyê heye. Di heman demê de jî ez karê malbata xwe jî dikim. Ez bi moralekî pir mezin dikevim nava tevgerê. Min di destpêkê de hinekî zehmetî dît lê pişt re ez bi ser ketim. Min derfeta xwe ya herî mezin a ji bo pêşketinê di Weqfa Jinê de dît."   'Beşa tenduristiyê ji bo jinê girîng e'   Ronahiyê bi lêv kir ku beşa tenduristiyê ji bo jinê girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Beşa tendirustiyê beşeke girîng a ji bo jinê ye. Divê jin werin vê derê  û perwerde bibin. Pêwîst e jin bi çavekî biçûk li xwe nenêre û bizanibe ku dikare her karî bide meşandin. Tevî ku ev gelek sal in jin di civakê de di bin desthilatdariyekê re derbas bûne lê jin dîsa jî xwedî hizireke mezin û taybet e. Xwedî sekneke cuda ye. Xwesteka min ew e ku her jinek bibe bijîşk û xwe lawaz nebîne."   'Jin bi kêfxweşî beşdarî perwerdeyê dibin'   Ji Komîsyona Perwerdeya Tendirustiyê Talîn El-Bişrî ya ku di heman demê de di Weqfa Jinê de cih digire, diyar kir ku beşdariya jinan a vê dewreyê baş bûye, vê yekê ew kêfxweş kiriye û wiha pê de çû:"Di destpêkê de di nava malbatê de jineke ji rêzê bûm. Min gelek tişt nizanibû. Piştî ku min Weqfa Jinê nas kir û beşdarî xebatên wê bûm û min got ez ê bigihêjim encamekê û civakê bi xwe re pêş bixim. Her wiha min dît ku piştî kedeke mezin a ku ji aliyê Weqfeya Jinê hatiye kirin jin jî bêtir beşdar dibin. Her jinek dema dikeve perwerdeyê em dibînin çiqas hezkirinek wê ji bo tendirustiyê heye. Jin bi kêfxweşî beşdarî perwerdeyê dibin. Niha dewreya me mehek e dest pê kiriye dê heta sê mehan dewam bike. Hejmara jinê jî gelek baş e. Sibehê komek tê perwerde dibe û nîvroyê jî komeke din beşdar dibe."   'Ez dixwazim her kes di nava civakê de bi morelekî baş li me binêre'   Talînê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hezkirina jinan a ji bo tendirustiyê gelek e û wiha dawî lê anî: "Em di destpêka perwerdeyê de hinekî bi jinan re alîkariyê dikin ji bo ew tirsa ku ji xwînê dikin, derbas bikin. Astên şagirtên me bi giştî baş in, her tiştî bi demeke kurt digirin dest. Her wiha xwesteka wan a ji bo karê tendirustiyê xurt e. Bê guman hinek zehmetiyên ku têne kişandin hene. Mîna xistina derziyê ya serûmê ya di hundirê damaran de. Lê dîsa jî ew vê gavê derbas dikin û xwe bi hêz dikin. Ez dixwazim her kes di nava civakê de bi moralekî baş li me binihêre û hêzê bide me da ku em hîn zêdetir xurt kar bikin."