Nurten Çelebî: Heta ku ez kujerên Zekî nebînim ez nasekinim 2022-06-16 09:01:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevjîna siyasetmedar Mehmet Zekî Çelebî Nurten Çelebî, ji bo dîtin û darizandina kujer di nav tegerê de ye û got: "Li kolaneke qelebalix li ber dikanê çawa tê qetilkirin? Û ev kes çawa di nav 37 deqîqeyan de derdikevin û diçin? Qet kamera tune ye? Heta ez van kujeran nebînim, hesab nepirsim û ew neyên cezakirin ez nasekinim."   Êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê ya ji hêla Arteşa Tirk ve hatî destpêkirin bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) didome. Ligel êrişan li herêmê li hemberî penaberên siyasî jî êriş pêk tê. Siyasetmenderê kurd Mehmet Zekî Çelebî ku bavê 2 zarokan bû di sala 2010'an de ji ber zext û zordariyê û lêpirsinên ku derbarê wî de hatî vekirin neçar ma ku cih û warê xwe terk bike. Zekî berê xwe dide Silêmaniyê û li vir bi cih dibe. Di 17'ê gulanê de di encama êrişeke çekdarî de tê qetilkirin. Hevjîna Zekî Çelebî Nurten Çelebî, ji bo darizandina kujeran banga li rayedarên herêmê kir.    'Li hemberî welatperêzan suîqastê dikin'   Nurten, diyar kir ku gelek caran bi tehdîtan re rûbirû mane, lê çend gilî kirine jî bê encam mane û got: "Piştî sala 2010’an dosyaya hevjînê min ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, em jî Wanê derketin. Em koçberî Silêmaniyê bûn, ji wê demê heta niha em li vir dijîn. Weke hemû bakuriyên li vir dijîn, hevjînê min jî bi telefonê dihat tehdîtkirin. Ev gef di pêvajoya dagirkirina Efrînê de dest pê kir. Tevî ku me tehdîdan bi bi belgeyan tespît kir û radestî rayedarên herêmê kir jî tu tedbîr nehatin girtin. Raste, di têkoşîna 40 salî de dewlet û hêzên wê yên tarî ne tenê li qadên şer, li hemberî siyasetmedarên kurd, li hemberî welatparêzan qetlîamên bi vî rengî pêk anîne. Ev sûîqesta ku li hemberî hevjînê min hatiye kirin jî parçeyek ji vê bû. Ev sûîqestek li dijî nasnameya welatparêz a hevserê min bû."   'Heta niha tu agahî nedan me'   Nurten, destnîşan kir ku heta niha derbarê qetilkirina Zekî de asayiş tu agahî nedaye û wiha bi lêv kir: "Belê, ev sûîqest ji aliyê dewleta Tirk ve bi alîkariya PDK'ê hat kirin. Tevî ku nêzî mehek di ser qetilkirina hevserê min re derbas bû jî heta niha kesek nehat binçavkirin. Tenê agahiya kesên li ser motorsîklêtê direvin û piştî demekê ev motorsîklet maye û di nava 37 deqîqeyan de jî bi wesayitê siwar dibin û sînorên Silêmaniyê derdikevin. Tişta ku ez meraq dikim û dipirsim ev e; ev kes piştî vê sûîqastê li Silêmaniyê mane. Ev kes li ku mane, li kijan otelê mane û motorsîkletê an jî wesayitê ku bikar anîne çawa hatine bidestxistin? Yanî ma qet nayê pirsin û nayê dîtin?"   'Divê hesabê bidin'   Nurten, da zanîn ku heta ku kujerên bê dîtin dê têkoşîna xwe bidomîne û wiha axivî: "Ev rewş jî bi awayekî vekirî nîşan dide ku ev sûîqest hatiye plankirin. Ne PDK'ê li ser vê yekê daxuyanî da û ne jî me daxuyaniyeke cidî li vir dît. Ez dixwazim hesabê vê yekê bidin. Divê ew hesabê vê yekê bidin min. Hevjînê min bi alîkariya MÎT’ê ya ku PDK’ê piştgiriyê dide,  li bajarekî ronakbîrî yê li ser axa Kurdistanê ye li Silêmaniyê tê qetilkirin. Çima ez dibêjim bi piştgiriya PDK’ê? Ji ber ku dibêjin ev kes çûne wir. Lê heta niha PDK'ê derbarê mijarê de tu aganî nedaye. Ev tişt nîşan dide ku alîkariyê kiriye."   'Ez nasekinim û ez ê hesabê bipirsim'   Nurten, daxuyand ku dê têkoşîna xwe bidomîne û wiha dawî li axafina xwe anî: "Bi rastî ez li vir ji rayedaran dipirsim. Li kolaneke qelebalix a wek cadeya baxtiyarî li ber dikanê çawa tê qetilkirin? Û ev kes çawa di nav 37 deqîqeyan de bi motorsîkletê derdikevin û diçin? Qet kamera tune ye? Li vir li her kolanê bi dehan kamera hene. Çawa dîmenên wan tune ye? Ez jê dipirsim. Du zarokên min hene. Ji bo dîtina kujeran, di vê pêvajoya darazê de çi ji destê min bê ez ê bikim. Ji bo hesab bipirsim me pêvajoyek da destpêkirin. Ez nikarim bisekinim û ez nasekinim jî. Heta ez van kujeran nebînim, hesab nepirsim û ew neyên cezakirin ez nasekinim."