ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-16 09:00:00     * Hevjîna siyasetmedar Mehmet Zekî Çelebî, Nurten Çelebî ji bo dîtin û darizandina kujer di nav tegerê de ye û got: "Li kolaneke qelebalix li ber dikanê çawa tê qetilkirin? Û ev kes çawa di nav 37 deqîqeyan de derdikevin û diçin? Qet kamera tune ye? Heta ez van kujeran nebînim, hesab nepirsim û ew neyên cezakirin ez nasekinim." BI DÎMEN    *Aktîvîsta EŞÎK’ê Berrîn Sonmez der barê dozên betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê ku li Dadgeha Bilind tê dîtin de axivî û got: “Biryar çi dibe bila bibe wê têkoşîna wekheviyê ya jinan bidome. Têkoşîna wekheviyê ya jinan lêgerîna edaletê ya herî berfireh û kevnar e. Kes nikare pêşî li vê bigire.” BI DÎMEN    *Di ser çalakiya Sema Yuce ku  got ‘Ez mêjî dil û bedena xwe ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê  dikim  pira ji agir’ û bedena xwe da ber agir re 24 sal derbas bû.  Zennure Yuce ku têkoşîna keça xwe veguhert strana berxwedanê wiha vegot: “Ez bi keça xwe serbilind im. Heta dawiya jiyana xwe ez ê girêdayê têkoşîna wê bim.” BI DÎMEN    *Esma Ayaz a ku li Girtîgeha Şakranê girtî ye, dayika wê Emîne Ayaz, destnîşan kir ku keça wê ji bo ku poşmanîyê qebûl nekiriye bi saetan bi kelemçekirî îşkence lê hatiye kirin û got: “Ji wan re gotine dewlet çima we nakuje. Gefa mirinê li wan hatiye xwarin. Em ji jiyana zarokên xwe bi fikar in.” BI DÎMEN    *Têkildarî perwerdekirina jinê û pêşketina jinê ya li Weqfa Jina Rewşenbîr Emîne Mihemed wiha got:"Min derfeta xwe ya herî mezin a ji bo pêşketinê di Weqfa Jinê de dît." BI DÎMEN