'Hûn nikarin hempîşeyên me ji azadiyê bêpar bihêlin' 2022-06-16 08:47:22     AMED - Hempîşeyên 16 rojnamgerên ku hatin girtin di daxuyaniya ku dan de wiha gotin:"Hûn nikarin hempîşeyên me ji azadiyê bêpar bihêlin." Hempîşeyên 16 rojnamgerên ku hatin girtin banga tevlîbûna daxuyaniya dê îro li Amedê bê dayin kirin.    Ji 22 kesên ku di 8’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin hatibûn binçavkirin de 16 rojnamevan jê hatin girtin. Hevserokê Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Abdurrahman Oncu ku dozgeriyê ew sewqî Dadgeha Sulhê ya Nobedar kirin, hatin girtin û şandin Girtîgeha Amedê. Malbat û rojnamevanên bi saetan li pêşiya edliyeyê sekinîn biryara girtinê şermezar kirin.   'Hûn nikarin hempîşeyên me ji azadiyê bêpar bihêlin'   Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû diyar kir ku careke din bi bêhiqûqiyan re rûbirû man. Dîcle, da zanîn ku 16 hempîşeyên wan tenê ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatin girtin û wiha got: “Bi hemû rêbazên ji sala 90’an ve hûn diceribînin bi ser neketin. Hûn nikarin bi van operasyonan jî bi ser bikevin. Bi heman biryaran hûn ê nikaribin hempîşeyên me ji azadiya wan bêpar bihêlin. Em vê biryarê qebûl nakin û heta hevalên me bên berdan em ê çalakiyên xwe bidomînin.   Ji bo daxuyaniyan îro bang hat kirin   Dîcle, da zanîn ku wê îro saet 13.00’an de li pêşiya DFG’ê biryarê şermezar bikin û ev bang kir: “Em herkesê ku alîgiriya azadiya îfade û çapemeniyê dikin vedixwînin çalakiyê.”    Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Çapemeniya azad nikare were bêdeng kirin” bi dawî bû.