Li Şirnexê 9 kes serbest hatin berdan 2022-06-15 19:31:40   ŞIRNEX – Li Şirnexê di 8’ê Hezîranê de 18’ê kesên ku hatibûn binçav kirin 9 kes hatin berdan.   Di 8’ê Hezîranê de li navenda Şirnexê û gundên wê Avgamasya, Nerêx, Sirêrehlê û avahiyên Afet polis û cendirmeyan bi ser gelek malan de girtibûn û di serdegirtinê de 18 kes binçav kiribûn.   Di 10’ê Hezîranê de piştî îfadeya li qereqolê ji kesên binçavkirî 8 kes sewqî Edliyeya Şirnexê kirin. Nîhat Ustun, Saît Ustun, Adil Ustun, Abdurahman Altay, Salîh Ceylan, Halîd Gungen, Emîn Mungan û Şoreş Akil bi şerta edlî kontrol serbest hatibûn berdan. Ji 10 kesên din re jî dema binçavkirinê hatibû dirêj kirin.   Duh jî piştî îfadeya qerekolê kesên binçavkirî anîn edliyeya Şirnexê û ji wan Îbrahîm Kilinç, Omer Gulenç, Mehmet Şîrîn Aytuğ û Emîn Kulter serbest hatin berdan. Îro jî Naîm Tunç, Hakîm Sîdar, Saît Vargi, Lokman û Fahrettîn ku paşnavê wan nehat zanîn bi şerta edlî kontrole serbest hatin berdan.   Her wiha dema binçavkirina Hacî Ustun jî heya 4 rojan hat dirêjkirin. Bi vî awayî dema binçavkirina Haci Ustun 3 car hate dirêj kirin.