Li Sinûnê bombe li qirtasiyê hat barandin: Zarokek hat qetilkirin 2022-06-15 14:25:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk  li gel bombebarankirina avhiya Meclîsa Gel a Sinûnê, dukaneke qirtasiyê jî hedef girtibû. Di encama êrişê de bapîr û neviyê wî yê 12 salî jiyana xwe ji dest dan.   Di saetên beriya nîvro de balafira bêmirov û biçek ya Artêşa Tirk avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê û dukanên li herêmê ya Şengalê bombebaran kir. Li gorî agahiyên ROJNEWS'ê, ji astengiyên artêşa Iraqê heya niha hejmara birîndar û wendayan bi zelalî nayê zanîn.    Li gorî agahiyan di encam êrişan de dukaneke qirtasiyeyê jî hedef hatiye girtin di encamê de xwediyê dukanê Xidir Şivan Naso û neviyê xwe yê 12 salî Salih Xidir Naso jiyana xwe ji dest dane.    Her wiha hat diyar kirin ku ji ber ku artêşa Iraqê destûr nade xelkê lêgerînê bike û ne jî destûr dide agir bitefînin, hejmara wendahiyan nayê zanîn.