Di êrişa Sinûnê de zarokek û rojnamegerek birîndar bû 2022-06-15 13:59:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a li hemberî Sinûna Şengalê 6 kes birîndarbûn ku di navê de peyamnêrê Çira TV’yê Salih Berces û zarokek jî birîndarbûn.   Îro beriya nîvro balafira Bêmirov û biçek a Artêşa Tirk bombe li avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê û bazara Sinûna Şengalê barand. Di encama bombebaranê de hate gotin, 6 welatî birîndarbûne. Li gorî nûçeya ajansa ROJNEWS'ê di nava birîndaran de li gel zarokek, rojnamevanekî êzidî jî birîndar bûye.   Hate zanîn rojnamevanê birîndar bûye peyamnêrê Çira Tv’ye û navê wî Salih Berces e. Xebatkarên Çira Tv’yê diyar kirin Salih Berces rakirine nexweşxaneya Mûsilê û li wir tê dermankirin.   Hêjayî bibîrxistinêye Salih Berces par jî di meha nîsanê de di dema şopandina xwepêşandanek li dijî êrîşên Tirkiyeyê de li Xanesorê di encama destwerdana artêşa Iraqê de birîndarbûbû.