Xizmên girtiyan li ber ATK'ê ya Amedê daxuyanî dan 2022-06-15 12:25:43   AMED - Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya li Amedê 212 roj in didome. Di çalakiya îro de Herdem Merwanî axivî û got: “Li dijî girtiyan hiqûqa neyartiyê tê meşandin, mafê wan ên herî bingehîn tên binpêkirin."   Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezaye wan qedeyayê û nayên berdan çalakiya xwe ya "Nobeda Edaletê" didomînin. Çalakiya malbatan a li Amedê di roja 212’yemîn de li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) a Amedê berdewam kir. Rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û alikariyê ya bi kesen li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen xwe winda kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amede jî piştgirî dan çalakiya malbatan.     Di çalakiyê de keça girtî Abdûllah Kirtay, Herdem Merwanî axivî. Herdem anî ziman ku wek malbatên girtiyan bi daxwaza girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan çend meh in nobeda edaletê digirin û wiha got: "Hemû dinyayê dengê me bihîst lê tevî ve yekê jî hê daxwazên me nehatine cih. Li dijî girtiyan hiqûqa neyartî tê meşandin, mafê wan ên herî bingehîn tên binpêkirin. Ji ber vê jî ev çend meh in em nobeda edaletê digirin. Girtî nikarin dermanan bikirin û ji ber nayên dermankirin terkî mirinê tên kirin. Rewşa wan her roja ku diçe girantir dibe.”    Çalakiya malbatan bi dirûşmeyên, "Heq, hiqûq edalet û bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.