Bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê hat barandin 2022-06-15 11:51:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa balafirên Arteşa Tirk a dijî Sinûnê de ku dikandar jî hatin hedef girtin, hate ragihandin ku hejmara birîndaran zêdeye û di navê de zarok jî hene.   Balafira bêmirov û biçek a Arteşa Tirk ku li avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê hedef girt, hate gotin  ku dukanekî welatiyan jî hedef hatiye girtin. Li gorî agahiyên destpêkê hejmara birîndaran zêdeyî çar kese û di navê de zarok jî hene.   Li gorî dîmenên ku derketiye û agahiyên bidest ketine, êriş  ne tenê li dijî avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê pêkhatiye, dukanên welatiyan jî rasterast hatine hedef girtin. Piştî bûyerê welatî û hêzên Iraqî ji bo lêgerînê li cihê bûyerê kombûne û heya van kêliyan jî lêgerîn berdewame.   Li gorî agahiyên ji cihê bûyerê hat ragihandin hejmara birîndaran zêdeye û di navê de çend zarok jî hene, lê ji ber astengiya hêzên Iraqê nekarîne xwe bigihînin nexweşxaneyê û van agahiyan piştrast bikin.