Rojnamegerên di bin çavan de ne: Baweriya me ji kevneşopiya çapemeniya azad heye 2022-06-15 10:32:11     AMED - Rojnameger Safiye Alagaş û Gulşen Koçuk ên di bin çavan de bi peyama şandin wiha gotin:"Di salên 90'î de rojnameger qetil dikirin niha jî rojnamegeriyê qetil dikin."   Di 8’e Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û rojnamevan Omer Çelîk, Zeynel Abîdîn Bûlût, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Suat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram û her wiha welatiyên bi navê Îhsan Ergulen û Feynaz Koçûk hatibûn binçavkirin. Piştî 7 rojan kar û barên îfadeya rojnamevanan a li midûriyeta polîsan bi dawî bû û tê payin îro sewqî edliyeyê bên kirin.     Sînordarkirina dosyaya rojnemgeran didome. Jê 20 kes rojnameger 22 kesî mafê xwe yê "bêdengmayinê" bi kar anîn.    Safiye Alagaş diyar kir ku rojnameger ji ber piştgiriyê bextewar in û wiha got:"Ev binçavkirin li dijî nasnameya kurdan e û rojnamegeriyê ye. Tevî hemû tiştî em ê li nasnameya xwe ya jintiyê û kurdbûyinê xwedî derkevin. Ez ji bo her kesên ku piştevaniya me kirin spas dikim."   'Baweriya me ji kevneşopiya çapemeniya azad heye'   Gulşen Koçuk jî wiha got:"Mafê girtina nûçeyan ên mirovan tê astengkirin. Di salên 90'î de rojnameger qetil dikirin niha jî rojnamegeriyê qetil dikin. Herî dawî di 2009 û 2011'an de operasyoneke wiha hat kirin. Rêbaz naguhere. Baweriya me ji kevneşopiya azad heye. Tiştê me zindî dihêle ev kevneşopiya ye. JINNEWS perçeyekî ji vêya ye. Çimkî JINNEWS'ê gelek gelek sûcên li dijî jinan îfşa kir. Loma nûçeyên me asteng dikin. Ji ber em tundiya mêr dewletê teşhîr dikin loma em kirin bin çavan. Em ê li her derên jin lê ne bin. Bi hêviya piştevanî mezintir bibe."