Piştî Sûzan Yaman 'Avînar' ên nû mezin dibin 2022-06-15 09:32:26   ŞIRNEX - Dayika endama YJA-Star'ê Sûzan Yaman (Avînar Edessa) a di sala 2014'an de jiyana xwe ji dest da Hatîce Yaman wiha got:"Ez û Sûzan wek du hevalan bûn. Ez ê heta dawî li ser şopa keça xwe têbikoşim."   Êrîşên Artêşa Tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe a Kurdistanê ku di 17'ê Nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)  dest pê kirin berdewam dikin. Dewleta Tirk li heremê bi bikaranîna çekên kîmyewî li herêmê sûcê mirovahiyê dike. Dayika Endama YJA-Star’ê Sûzan Yaman (Avînar Edessa) ya ku 2008’an de tevlî PKK’ê bû, di sala 2014’an de jî li gundê Ekreş Sefan ê Cezaayê jiyana xwe ji dest dabû Hatîce Yaman ji ajansa me re axivî.   Hatîce Yaman(53) a ku dayika 9 zarokan e, ji gundê Bêgurza yê Şirnexê ye. Di salên 90’î de hêzên dewletê bi ser gundê wan de digirin, xaniyên wan dişewitînin, talan û wêran dikin. Birayê Hatîce, Osman Îşçen, xalên wê Haşîm û Omer jî wê demê  ji aliyê dewletê ve tê qetilkirin. Malbata Hatîce jî ji ber zilmê neçar dibîne koç bike û berê xwe dide bajarokê Gundikê Melî yê di nav sînorê Şinrnexê de û li vir bi cih dibin. Hatîceya ku di temenê xwe yê zarokatiyê de tê zewicandin jî li Qilebanê bi cih dibe û li vir jî bi heman zext û zilma dewletê re rû bi rû dimîne.     Avînarên nû mezin dibin   Keça Hatîceyê Sûzan Yaman (Avînar Edessa) di sala 1991’an de li Qilebanê di bin zext û zilma dewletê de wek zaroka 5’emîn ya malbatê tê dinê. Sûzan jî wek malbata xwe tundî û zilma dewletê di temenê xwe yê gelek biçûk de nas dike û Sûzan li hember zilma dewletê di sala 2008’an de tevlî PKK’ê dibe û di sala 2014’an de jî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Piştî ku Sûzan jiyana xwe ji dest dide, li navçeyê gelek kes navên zarokên xwe yên keç “Avînar” datînin û îro Avînarên nû mezin dibin.   ‘Min keça xwe herî dawî wê roj dît’    Hatîceya bahsa keça xwe kir anî ziman ku Sûzan ji hemû zarokên wê cuda tir bûye û wiha bahsa wê kir: “Dema ku Sûzanê tevlîbûn kir ji me re tiştek negot. Dibistan dixwend û got ‘ez ê ji bo dersên xwe biçim Şirnexê û sê rojan  nayêm. Li min negerin.’ pereyê li gel xwe jî li min vegerand û çû. Keça min bi wê hewldana xwe xwest ji min xatir bixwaze. Lê min qet ferq nekir. Piştî ku tevlîbûn kir şûnde me bihîst ku keça min çûye. Min keça xwe herî dawî roja dawîn dît.”   ‘Her tim li ser jiyana min pirs dipirsîn’   Hatîce, destnîşan kir ku keça wê her tim têkildarî jiyana wê de pirs jê dipirsîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku ez di temenê xwe yê biçûk de hatim zewicandin, gundê me hat valakirin û şewitandin. Keça min  her carê ji min re digot behsa jiyana xwe bike. Ji min re digot ‘Te çi zehmetî dît û jiya.’ Her tim ji min ev mijar diprsî. Min jî jê re behsa zor, zehmetî û zextên ku jiyame dikir. Her êvarê dema ku em rûdiniştin wê dipirsî min jî bersiv didayê. Pirsa zilma dewletê ku li me kiribû dikir. Zarokeke zana bû. Derbarê jiyana min de her tişt dipirsî. Dema min behsa jiyana xwe dikir dihat min hembêz dikir.”   ‘Em wek hevalên hevdû bûn’   Hatîce, da zanîn ku keça wê hata tevlîbûn kiriye wek hevalekê her tim li gel wê bûye û wiha domand: “Avînar zarokek gelek jêhatî bû. Zarokek gelek bêdeng bû û tu kes jê aciz nedibû. Ji mezinan re rêzdar û ji biçûkan jî hez dikir. Ez biçûma ku ew bi min re dihat. Gelek xwedî li zimanê kurdî derdiket. Di jiyana xwe de her tim kurdî diaxivî. Keça min li ser soz û biryar xwe ma û çû.  Ji min re behsa hemû tiştên xwe dikir. Têkiliya me gelek baş bû. Em wek hevalên hevdû bûn. Tu carî min aciz nedikir. Piştî ku çû jî ew bîranînên wê her tim di bîra min de man. Min tu carî tiştên pê re jiyam ji bîr nekir. Ez dema xemgîn bibûma dihat min dida kenandin. Ne dixwest ku ez xemgîn bim. Ji min re digot ‘dema tu diqehirî, em jî diqehirin'. Piştî ku çû êdî wek berê nekeniyam. Ji sohbetê gelek hez dikir. Ji ber vê yekê her tim civatek li ku bûna dihat guhdarî dikir.  Hemû jiyana wê ji bo min bîranîn e.”   ‘Em şer naxwazin’   Hatîce, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê Başûr ku bi awayek dijwar didome û wiha dawî li axaftina xw anî: “Niha li aliyê Başûr jî şerek heye. Dilê min şewitî, ez naxwazim êdî dilê tu dayikên dinê bişewite. Bila ev şer bi dawî bibe. Em êdî kuştin û şer naxwazin. Li hember vî şerî divê hemû kes rabe ser piyan û dengê xwe bilind bikin. Me heta niha tu xweşî nedîtiye. Em jî jiyanek azad dixwazin.”