Nivîskar Leyla Delîl Saraç şandin Girtîgeha Jinê ya Şakranê 2022-06-14 17:09:42   ENQERE - Nivîskara Kurd Leyla Delîl Saraç a ku nêzî 8 meh berê ji Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê hat tehliyekirin bi hinceta înfaza wê hatiye betalkirin li Îzmîrê hat binçavkirin. Piştre hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinê ya Şakranê.    Nivîskara Kurd Leyla Delîl Saraç a di 25'ê Cotmeha 2021'ê de cezayê wê qediya û ji Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê bi şerd hat berdan piştî 8 meh şûnde bi hinceta "9 cezayê wê yê hucreyê heye" li Balafirgeha Îzmîrê di encama biryara girtinê de hat binçavkirin.   8 meh şûnde înfaza Leyla hat betalkirin   Leyla bi îdiaya "endamtiya rexistinê" di 2015'an de hat girtin û piştre bi heman hincetê 7 sal ceza lê hat birîn. 5 sal û 8 mehan girtî ma şûnde di 25'ê Cotmehê de hat berdan. Piştî tehliyeya Leylayê ya 8 meh şûnde bi hinceta 9 cezayê wê yê hucreyê heye hat girtin.    Bi hinceta înfaza wê hatiye betalkirin hat girtin   Piştî tehliyeya Leylayê bi hinceta înfaza wê hatiye betalkirin biryara girtinê derbarê wê de hatibû dayin. Loma Leylayê dema ji Amedê diçû Îzmîrê li Balafirgeha Îzmîrê hat binçavkirin. Leylaya demekê di bin çavan de ma û piştre derket edliyeyê ji aliyê dadgehê ve bi hinceta înfaza wê hatiye betalkirin hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinê ya Şakranê.   Wê salek û heft mehan di girtîgehê de bimîne   Leyla bi îdiaya "endamtiya rexistinê" di 2015'an de hat girtin û piştre bi heman hincetê 7 sal ceza lê hat birîn. 5 sal û 8 mehan girtî ma şûnde di 25'ê Cotmehê de hat berdan. Niha jî bi hinceta înfaza wê hatiye betalkirin wê salek û heft mehan di girtîgehê de bimîne.