Ev 4 sal in kurê xwe yê girtî nabîne: Min pir bêriya kurê xwe kiriye 2022-06-14 09:09:23     ŞIRNEX - Dayika Husna Ataman a ku 4 sal in kurê xwe yê girtî nabîne tenê daxwaza wê ew e ku kurê xwe bibîne û got:" Min pir bêriya kurê xwe kiriye. Piştî ku min kurê xwe dît şûnde ez bimirim."    Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê binpêkirina mafên girtiyan her ku diçe mezintir dibe. Girtiyên ku ji lêgerîna tazî heta ku qedexekirina hevdîtinan a bi malbatan re rû bi rû dimînin, rastî her cûreyê pêkanînên dijmirovahî tên. Îşkenceya ku di girtîgehan de berdewam dike di heman demê bi xwe re mirinê jî tine. Li gorî daneyên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), ji meha çileyê ve herî kêm 17 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Rayedarên ku bi binpêkirina mafan sînordar namînin vê carê jî bi sewqkirina girtiyan a girtîgehên dûr malbatan bêzar dikin.Yek ji van girtiyan jî girtiyê bi navê Harun Ataman (42) e.Harun, li navçeya Elkê ya Şirnexê di sala 2015'an de, piştî pêvçûna ku li herêmê rû da bi îddîaya "Endamê rêxistinê ye","Ji rêxistinê re alîkarî kiriye" hate girtin û 14 sal cezayê girtîgehê jê re hat birîn. Dayika Harun, Husna Ataman (70), ji ber ku kurê wê dûrî wê ye nikare biçe hevdîtinan û ev 4 sal in kurê xwe nabîne. Kurê wê ji roja hatiye girtin heta niha tenê 2 caran dîtiye. Husnayê,anî ziman ku ji ber ku kurê wê dûr e nikare biçe hevdîtinan û daxwaz kir ku hê ku sax e kurê xwe carekê bibîne.    'Tiştekî gelek zehmet e ku mirov 4 salan zarokên xwe nebîne'   Husnayê, bi lêv kir ku bi zanebûn zarokên wan sewqî girtîgehên dûr dikin û got ku armanca wan dûrxistina ji malbatê ye û wiha axivî:" Ev 4 sal in min kurê xwe nedîtiye. Çi pê hatibe nizanim. Dema ku ewilî hatiye girtin birin girtîgeha Şirnexê. Piştre ji wir sewqî girtîgeha Orduyê kirin û herî dawî jî sewqî girtîgeha  Tîpa T a Bafrayê ya Samsunê kirin. Heta niha ez neçûme hevdîtina wî. Çimkî em nikarin biçin.Hem derfetên me yên aborî ne guncav in û hem jî ji ber ku pir dûr e ez nikarim biçim. Kurê min bê bextî hate girtin. 14 sal cezayê girtîgehê jê re birîn û ev 6 sal in di girtîgehê de ye. Mala min, ya birayê min û biraziyê min şewitandin. Ma ev ne zilm e? Ez û kurê xwe weke hevalên hev bûn. Ne bêyî wî min dikaribû tiştek bikira û ne jî wî dikaribû tiştekî bike. Niha ez biçim hevdîtina wî jî divê ku ez zarokên wî jî bi xwe re bibim.Heger ez wan jî bi xwe re bibim wê mesref pir be û derfetê me jî tune ye. Pir dûr jî birine. Ev 4 sal in min nedîtiye. Tiştekî gelek zehmet e ku mirov 4 salan zarokên xwe nebîne. Ev 4 sal in ne min ew dît û ne jî wî zarokên xwe dîtin. Piştî kurê xwe ez nexweş ketim û roja ku ez wî nefikirim tune ye."    'Ma îşkenceya ji vê mezintir heye?'   Husnayê, bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û bi lêv kir ku her roj ji girtîgehan cenazeyek derdikeve û got:" Kurê min 3 mehan jî di greva birçîbûnê de mabû. Ji ber wê jî pir qels bûbû. Ji min re nedigot. Kurê min girtin û zilm li me kirin. Dema ku sirgunî Orduyê kirin dest û piyên wan girê dan û wisa birin. Heta ku birine Orduyê îşkence li wan kirin. Dema ku anîne dadgehê jî dest û piyên wan girtî anîn. Ma îşkenceya ji vê mezintir heye?Heta niha çend cenazeyên kurdan ji girtîgehan derketin? Her roj cenazeyek derdikeve."   'Min pir bêriya kurê xwe kiriye'   Husnayê,  anî ziman ku tenê daxwaza wê ew e ku carekê kurê xwe bibîne û ev tişt got:" Min pir bêriya kurê xwe kiriye. Heger min evqasî bêriya wî kiribe, niha zarokên wî çiqasî bêriya wî kiriye. Tenê daxwaza min ew e ku hê nemirime kurê xwe bibînim. Piştî ku min kurê xwe dit bila piştre ez bimirim."