‘Li dijî êrîşan divê em yekîtiya xwe bikin mertal’ 2022-06-14 09:07:10     ŞIRNEX - Dayika Fatma Uyar ku di 4’ê Çilêya 2016’an de di qedexeya derketina derve de hate qetîl kirin Hatîce Uyar, destnîşan kir ku li dijî kurdan bêtehamûliyek mezin heye û li dijî êrîşan banga mezinkirina têkoşîn û yekitiyê kir.   Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê êrîşên xwe berfireh kir. Li dijî êrişan bertekên gele kurd û dostên kurdan her diçe berfireh dibe. Yek jî kesên ku li dijî êrîşan bertek nişan da dayika Fatma Uyar a k udi 4’ê Çileya 2016’an de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di dema qedexeya derketina derve de hate qetilkirin Hatîce Uyar e. Hatîceyê bal kişand li ser êrîşên Tirkiyê ya bi hevkariya PDK’ê ya li dijî herêmên kurdan û destnîşan kir ku divê her çar parçeyên Kurdîstanê li dijî êrîş û dagirkirinê yekitiya xwe bixin wek mertal.   ‘Li dijî kurdan bêtehamulîyek mezin heye’   Hatîceyê, anî ziman ku li dijî hebûna kurdan bêtehamûlîyek heye û bi hemû cûre, alavên şer êrîşî kurdan tê kirin. Hatîceyê, destnîşan kir ku ji her aliyê ve êrîşî kurdan tê kirin û wiha got: “Heke ji deste dewletê tirk were nahêle kurdek li ser dinyayê bigere ku ewqas ji kurdan re tehamûl nake. Kurdan dixe zindanan, dikuje, sirgûn dike û  zilmê dike.  Lê belê rexmî van hemû êrîşan jî nikare bigihêje armanca xwe. Niha jî bi Barzanî re li dijî kurdan şirikiyê dike. Barzanî jî kurd e lê li dijî kurdan cihê xwe girtiye. Gerek wisa neke û nebe hevalê dijmin. Tişta ku dike neheqî û zilm e. Heqê Barzanî nîn e ku berdewamiya zilma Tirkiyê li ser kurdan pêk bîne.”   ‘Li dijî êrîşan divê em yekitiya xwe bixin mertal’   Hatîceyê, diyar kir ku dema ku li dijî kurdan êrîşek pêk bê, bêdengî çêdibe û wiha berdewam kir: “Heke niha her 4 parçeyên Kurdîstanê yekitiya xwe ava bikira evqas zilm nedihat kirin. Niha hem cerdevan, leşker û hem jî Barzanî êrîşî kurdan dike. Bi çekên kimyewî, SIHA, tank û tifingan êrîşî dikin. Lê bêguman  kurd jî li dijî van êrîşan li ber xwe didin. Heke me li dijî van êrîşan bi yekitiya xwe bixista mertal wê dewlet nedikarîbû ewqas bi awayekî hovanê êrîşî me bike.  Mixabin em dibin neyarê xwe û ji ber parçebûna me dewlet ewqas bi hêsanî êrîşî me dike.”   ‘Barzanî hevkariya kujerên keça min dike’   Hatîceyê, bilêv kir ku yên ku herî zede aştî û demokrasiye dixwazin dayik in û wiha berdewam kir: “Dayîk hemû kezepşewitî ne. Bi taybetî dayikên kurdan ên ku zarokên wan hatine şehîdkirin yan jî zarokên wan di zindanan de ne. Ji bo dayikên kurdan di navbera zarokan da ku cudahî nîn e. Yên ku şehîd bûne jî yên ku di zindanan de li ber xwe didin jî hemû zarokên me ne. Dil û kezeba dayikan dişewite. Lewma herî zede dayik li hemberî vê şerî disekinin ên ku herî zede aştî û demokrasiye dixwazin dayik in. Yên ku ji êşa hevdû fêm bikin jî dîsa dayik in. Keça min di encama êrîşên Tirkiyê de şehîd ket û îro Barzanî ku ji xwe re dibêje ez kurd im lê hevkariya dijmin dike. Heke Barzanî destûrê nede Tirkiyê çawa dikare bikeve sînorên Başûr û ew axa wê derê dagir bike. Divê Barzanî di destpêkê de helwesta xwe nîşan bida û destur neda. Lê ew ê di dawiyê de bizivire xwe.”   ‘Dayik naxwazin êdî xwîn birije’   Hatîceyê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min ji dayikan re ew e ku bila hemû dayik û kurd destê xwe bidin hev û li dijî vê dagirkeriyê bisekinin. Em hemû dayik kezepşewitî ne. Me zarokên xwe da û me hemû tiştên xwe di vê rê daye. Tu dayik naxwazin xwîn birije û kes bê kuştin. Di dayikan de kezep û wîjdan yek e. Em dixwazin ev şer bisekine. Bes ku zarokên me bên girtin û kuştin.”