Li gel hewldanên bi salan nikare cenazeyê keça xwe bigire 2022-06-14 09:02:57     ŞIRNEX - Havahan Ataman ku ji sala 2017’an ve nikare cenzeyê keça xwe Elîf Ataman a ku li Bestayê jiyana xwe ji dest daye bigire, got, “Zarokên me îro axa Barzanî jî diparêzin, lê xiyanetê li wan dike. Xiyanetê li axa xwe dike."   Malbata Elîf Ataman a ku li Herêma Bestayê jiyana xwe ji dest da, ji ber pirsgirêkên malbatî ji navçeya Elkê ya Şirnexê koçî Îzmîrê kirine.    Malbata Elîf Ataman ji ber pirsgirêkên malbatî ji navçeya Elkê ya Şirnexê berê xwe didin Îzmîrê û Elîf Ataman jî di 1985'an de li Îzmîrê tê dinê Elîfê yek ji 5 zarokan a malbatê ye. Elîf a ku ji jiyanê fam dike jiyana li wê qebûl nake û ji malbata xwe daxwaz dike ku vegerin ser axa xwe. Piştre malbata wê bi vê daxwazê berê xwe dide navçeya Sîlopî ya Şirnexê. Elîfê  dibistana navîn li Şirnexê, lîseyê jî li bajarê Mersînê diqedîne.  Elîfê Piştre beşa rojnamevaniyê ya zanîngeha Amedê qezenc dike. Elîfê di sala 2009'an de di nav xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger de cih digire. Piştre li gelek bajaran xebatên ciwanan dimeşîne. Dema ku van xebatên xwe dide meşandin li navçeya Sîlopî ya Şirnexê tê binçavkirin. Piştî ku tê berdan zext û êrîşên li ser wê zêde dibin. Elîfê a ku zext û gefan qebûl nake di sala 2013'an de li gel hevaleka xwe tevlî PKK'ê dibe. Di sala 2017'an de li herêma Besta  di pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest dide.    Dayika Elîfê ,Havahan Ataman, derbarê keça xwe de axivî û diyar kir ku ew bi keça xwe serbilind e û bang li Barzanî kir ku bes xiyanetê li axa xwe bike.    Havahan diyar kir ku keça wê herdem di nava lêgerînê de bû û got:" Ji ber pirsgirêkeke malbatî di sala 1980'yî de em çûn Îzmîrê. Keça min Elîf jî li wir jî dayik bû. Keça min gelek hestiyar bû û tevli nava PKK'ê bû. Keça min ev riye hilbijart û bi vîna xwe çû. Ez bi wê serfiraz im û keyfxweş im. Dilê min pê dişewite lê ez bi wê serbilind im. Dema ku çûyî rojên ewil me tu agahî jê nestand. Hê ku neçûbû carekê hatibû girtin. Me got dibe ku dîsa hatibe girtin û wenda kiribin."   'Dixwest vegere ser axa xwe'    Havahan, bi lêv kir ku her tim keça wê li hemberî zilmê bi bertek bû û got ku di dawiyê de mirazê xwe kir û wiha domand:" Min keça xwe gelek bi delalî mezin kir. Ji xwe çiyayî mezin bû. Her tim dixwend. Zêde li gel min nedima. Ji bo serdanê dihat malê û dîsa diçû. Bi xîzanî me dan xwendinê. Rêya Elîfê rast e serê min ji ber bilind e.Her tim li hemberî binpêkirina mafên jinan bû.Elîfê ji Elkê pir hez dikir. Her carê digot,'Em hatine bajarê tirkan çi?'Ji ber wê dibistan li wir xelas nekir û em piştre derbasî Sîlopyayê bûn û li Şirnexê dibistana navin xwend û lîse jî li Mersînê xwend. Piştî ku derbasî zanîngehê bû  di nav xebatên partiyê de cih girt. Bi awayeke çalak dixebitî. Piştre tevlî nav refên PKK'ê bû. Ji hevalên xwe re pir dilsoz bû. Her tişt ji bo doza kurdatiyê kir. Pir fedakar bû. Cesareta wê pir mezin bû.  Çimkî keça min zana bû û ji ber wê çû. Li gel çûyinê gihişte mirada xwe."    'Xiyanet dibe sedema mirinê'   Havahan ,bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û anî ziman ku xiyaneta Barzanî îro dibe sedema mirinê û ev tişt got:"Heger kurd destê xwe bikin yek kesek nikare bi wan. Zarokên me îro axa Barzanî jî diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dike. Îxanetê li axa xwe dike. Bila şerim bike û axa xwe û kesên ku li axa wî xwedî derdikevin xwedî derbikeve. Bila bes dayik bigirin, bila bes agahiya mirina zarokan ji dayikên wan re bê. Bila bes zarokên xelkê bên kuştin. Em aşitî, edeletê dixwazin bila bes cenaze bên."   'Dixwaza cenazeyê keça xwe kir'   Havahanê ,daxwaz kir ku bila dewleta tirk cenazeyê keça xwe bidê û got: Ji bo ku cenaze bistinin me li vir  mînaka xwînê daye û em li benda encama wê ne. Em dixwazin ku cenazeyê wê bigirin. Heger gora wê hebe weke ku şehîd neketiye ez ê bihizirim. Tenê daxwaza min ew e ku hestî be jî bidin min. Mirov li benda cenazeyê zarokê xwe bimîne tişteke gelek nexweşe. Şehîd ketiye ez pê serfiraz im,lê dixwazim cenazeyê wê bigirim."