DFG û MKGP: Rojnamegerên di bin çavan de berdin 2022-06-13 16:32:51   AMED -DFG û MKGP'ê ji bo piştevaniya rojnamegerên di bin çavan de li ber Ari Yapimê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin divê hevalên me yên rojnameger ên ji ber armancên siyasî yên îktidarê bi rojan e di bin çavan de ne demildest bên berdan."   Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), tekildarî 20 jê rojnamevan 22 kesên di 8’ê hezîranê de hatin binçavkirin li pêş avahiyên Produksiyonên Piya û Arî ku 6 roj in di bin dorpêça polîsan de ne daxuyanî dan. Balkêş bû ku beriya daxuyaniyê pêşiya avahiyan bi otobusên polîsan hate girtin. Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên DBP’ê û HDP’ê yên Amedê, endam û rêveberên OHD’ê, MEBYA-DER’ê, TÛAY-DER’ê, MED-DER’ê, ÎHD’ê, Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek rojnamevan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” hate vekirin.    Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku careke din ji bo ku bêjin “rojnamevanî ne sûc e” hatine ba hev. Dîcle, bi bîr xist ku di serdegirtinên malan ên di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatine binçavkirin û wiha got: “Hempîşeyên me yên 6 roj in di bin çavan de tên ragirtin ji ber biryara sînordarkirina dosyaya wan, sedemê binçavkirina wan nayê zanîn. Beriya çend rojan jî dema binçavkirina wan 4 rojan hate dirêjkirin.”   'Ketina şîrketên produksiyonan jî tê astengkirin'   Dîcle, da zanîn ku 22 kesên hatine binçavkirin hêj li Miduriyeta Polîsan a Amedê di bin çavan de tên ragirtin û wiha berdewam kir: “Ligel operasyona hatiye kirin, li şîrketên ajans û produksiyonên ku cihê xebatê yên hevalên me ne, dest danîn ser hemû amûran. Tevî vê destdanîna bê sedem, ketina şîrketên produksiyonan jî tê astengkirin.    'Em vî zimanê rêgezên rojnamevaniyê binpê dikin qebûl nakin'   Dîcle, bi lêv kir ku tevî êrişên desthilatê rastî êrişên “medyaya alîgir” jî dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hemû sazî û dezgehên medyayê ku bi zimanê desthilatê nêzîk dibin û rojnamevanan dikin hedef şermezar dikin. Ev zimanê êrişî kesên ji bo gel nûçegihaniya heqîqetê dikin zimanekî derveyî civakê ye. Em vî zimanê rêgezên rojnamevaniyê binpê dikin qebûl nakin.”   'Hewl didin şer, krîza aborî û siyaseta qirêjî binixumînin'   Di berdewamê de Dîcle, anî ziman ku desthilatdarî di hemû polîtîkayên xwe de manîpulasyonê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi destê medyaya hawîz rastiyan ji civakê vedişêrin û hewl didin şer, krîza aborî û siyaseta qirêjî binixumînin. Ji ber vê yekê jî zexta xwe ya li ser derdorên ku rastiyê bi civakê re parve dikin, girantir dikin. Desthilatdariya ku hewl dide bi polîtîkaya xwe ya zextê civakê razî bike, êrişî hemû rastiyan dike. Sedema hemû binçavkirin û girtinên di dema dawî de ji bo veşartina rastiyan e. Desthilatdarî bi vê operasyona li dijî rojnamegeran re dixwaze bandora şerê ku dimeşîne û krîza aborî binixûmîne û mafê agahîgirtinê yê gel hedef digire. Desthilatdariya ku hewl dide rastiyan veşêre, herî zêde jî xebatkarên çapemeniya azad ku rojnamegeriya heqîqetê dikin, hedef digire.”    'Tevî zext, girtin û binçavkirinan jî em ê xwedî li vê mîrasê derkevin'   Bi domdarî Dîcle, destnîşan kir ku xebatkarên çapemeniya azad her demê rastî êrişan hatine û wiha pê de çû: “Lê belê tevî êrişan jî li ber xwe dan û karê xwe berdewam kirin. Rojnamegerên ku heqîqet derdixistin holê di salên 90’î de bûn hedefa Hîzbûllah û JÎTEM’ê, di salên 2000’î de jî bûn hedefa cemaetê. Di wê pêvajoyê de bi dehan rojnamegerên kurd ên ku di şertên herî giran de rastî digihand gel, hatin qetilkirin. Avahiyên rojnameyan hatin bombekirin, bi sedan jê hatin girtin. Îro jî rojnamegerên ku li dijî zext û manîpulasyona desthilatdariya AKP-MHP’ê, heqîqetê radigihînin dibin hedefa êriş û zextan. Çapemeniya kurd her tim weşaneke li dijî nîjadperestî, netewperestî, olperestî û zayendperestiyê kir. Weke xebatkarên çapemeniya azad ku tevî hemû êrişan jî dev ji rêya heqîqetê bernadin, şopdarên xeta berxwedanê ya li ser rêya heqîqetê ne ku ji Apê Mûsayan heta Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan û Rohat Aktaşan didome. Tevî hemû zext, girtin û binçavkirinan jî em ê xwedî li vê mîrasê derkevin.   'Rojnamegerî sûc nîne'   Dîcle, da zanîn rojnemegerî ne sûc e û wiha lê zêde kir:"Nabe ku hevalên me yên ku rojnamegeriya xwe li pêş çavên tevahiya raya giştî dikin û bernameyan pêşkeş dikin bên krîmînalîzekirin. Rojnamegerî sûc nîne. Hevalên me yên ku bi rojane di çarçoveya armancên siyasî yên desthilatdariyê de di bin çavan de tên ragirtin, divê di zûtirin demê de bên berdan. Heta ku hevalên me tên berdan jî em ê daxuyaniyên xwe bidomînin."   Dîcle, da zanîn ku dê sibehê saet di 13.00’ê de li pêşiya avahiya JINNEWS’ê ya li Taxa Kooperatîfan a Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyê bidin û banga tevlibûnê li hemû kesî kir.    Her wiha li ser navê MKGP’ê jî rojnameger Roza Metîna axivî û ev tişt anî ziman: “Çapemeniya azad li dijî van êrişan li ber xwe dide. Heke îro kesên heqîqetê radigihînin bên binçavkirin, wê demê mirov nikare qala hiqûqê bike. Weke çapemeniya azad, em ê sibe jî dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî van neheqiyan bidomînin.”    'Em ê têkoşînê bidomînin'   Li ser navê MKGP'ê Roza Metîna wiha got:"Ji aliyekî êrişî Rojava û Başûr dikin ji aliyekî çapemeniya azad a rastiya şer derdixe holê li Bakur dibe hedef. Çimkî naxwazin rastî derkevin holê. Îro li welatekî kesên rastiyê tînin ziman ger di bin çavan de bin em nikarin li wir behsa hiqûqê bikin. Li Tirkiyeyê hiqûqa navxweyî û navneteweyî ne di meriyetê de ye. Em wekî çapemeniya azad di heman demê de li dijî vê bêhiqûqiyê li berxwe didin. Em ê têkoşîna xwe jî bidomînin. Di heman demê de medyaya hawiz faşîzmê jî mezin dike. Loma em ê îro jî û sibehê jî nivîsandina heqîqetê bidomînin. Em ê li dijî van neheqiyan li berxwe bidin."