Berxwedana Mor: Niha dema gaveke nû ye 2022-06-13 14:32:31   STENBOL- Piştevaniya Mor encamnameya 3'emîn  Konferansa Jinên Tirkiyeyê aşkera kir û diyar kir ku ew ê bi têkoşîna hevpar a jinan xeta femînîst a sosyalîst ava bikin.   Piştevaniya Mor 3'yemîn Konferansa Jinên Tirkiyeyê ya bi dirûşma "Ji bo cîhanek bihistyar û azad; Niha dem hatiye ku gaveke din bê avêtin!” Li Stenbolê di 11-12 Haziran de, ji bi dehan bajar û navçeyan, nêzî 500 kesên ji rêxistinên jinan, rêxistinên femînîst, komele, rojnamevanên jin, nivîskar, muzîkjen, siyasetmedar, koçber,  lîstikvan û LGBT'yî beşdarî konferansê bûn. Konferansa ku du rojan berdewam kir di roja ewil de li Navenda Çandê ya Derviş Eroglu a li Şîşliyê, di roja duyemîn de jî li Salona Konferansê ya Yekitiya Metal-ÎŞ'ê hat lidarxistin. Piştevaniya Mor ku daxuyaniya encamnameya konferansê weşand, diyar kir ku ew bi biryar in ku xeta femînîst a sosyalîst ava bikin.   Di encamnameya konferansa du rojan berdewam kir de hat diyarkirin ku hem li Tirkiyeyê û hem jî li devê welêt piştevaniya ku tê kirin helwesteke polîtîk a piştevaniyê ye  û hat gotin ku di konfernasê de biryarên ku xeta têkoşînê diyar bikin hatine girtin.