Li Kobanê Komxebata Jineolojiyê hat lidarxistin 2022-06-13 11:45:37   KOBANÊ - Navenda Lêkolînên Jineolojîyê ya Herêma Firatê, panela li se Etîk û Estetikê li dar xist.   Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Herêma Firatê, di derbarê şirovekirina Etîk û Estetîkê de yan jî em dikarin bêjin Exlaq û Xweşikbûnê de komxebat li dar xist. Di panelê de 13 kesên ku di xebatên nivîskarî, çapkirinê, perwerde, civaknasiyê de li Rojava dixebitin cihê xwe girtin.  Bingeha panelê li ser 32 pirsan hat amede kirin. Panel bi nîqaşên berfireh ên li ser girîngiya Etîk û Estetîkê û girêdana xwe ya di civakê de hat lidarxistin. Her wiha li ser mijara Exlaq û Xweşikbûnê hat sekinandin.    Panel bi nîqaşên li ser van pirsan berdewam dike.   *Di felsefeya Rêber Apo de Exlaq û Xweşikbûn çawa tê destgirtin?   *Gelo kî berpirsiyar e ku di civakê de exlaq bi awayekî rast pêk bîne?   *Gelo ciwan di warê Exlaq de çi rolê dilîze?   *Gelo pêşketina teknolojiyê bandorek çawa li ser Exlaq û Xweşikbûnê dike?