Endama Meclisa Îştarê: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne 2022-06-13 09:05:35   MEXMÛR – Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Çîçek Cengîz, êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê şermezar kir û bal kişand ser helwesta NY'ê ku wargeh di bin sîwana wê de ye. Çîçekê wiha got, “Wargeh di bin sîwana NY'ê de ye û tu gavan navêje. Her wiha ev êrîş hemû di bin çavderiya wê de tên kirin. Ev jî diyar dike ku NY erk û berpirsiyariya xwe bi cih nîne."     Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)  sê sal in Wargeha Penaberan a  Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dorpêç kiriye.  Wargeha ku beriya ambargoyê jî herdem êrîş lê dihat kirin piştî ambargoyê êrîş li dijî wê zêdetir bûn. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Çîçek Cengîz, têkildarî rewşa dawî ya Mexmûrê de ji ajansa me re nixandin kir.   Çîçek, anî ziman ku nêzî 4 sal in ambargoya giran ku li ser Mexmûrê tê meşandin hîn berdewam dike û wiha got: “Ambargoya li ser wargehê jî têkiliya xwe bi tecrîda li ser  Rêber Apo heye. Bi girankira tecrîdê re ambargoya li ser wargehê jî kurtir dibe. Ambargoya ku hatiye danîn ne destpêk e. Bi provakasyon û êrîşên ku li wargehê tên kirin dixwazin şêniyên wargehê belav bikin û wan bê hêvî bihêlin.  Tirkiye dixwazên xwe bi destên PDK'ê pêk tîne.  Li ser wargehê 4 sal in ambargo heye  Bi taybetî jî girtina rêyên başûrê Kurdistanê li şêniyên Mexmûrê û bi taybetî jî rêyên di navbera Hewlêr û Mexmûrê de girtina wan bixwaze nexwaze li ser şêniyên wargehê ji destpêka ambargoyê ve bandorekê neyînî dike.”   ‘Gelê wargehê ambargo vala derxist’   Çîçek, bi lêv kir ku ji ber rêyên hatine girtin di milê aborî, jiyanê û tendûristiyê de şêniyên wargehê pirsgirêkan dijîn û wiha domand: “Di bin navê ambargoyê de êrîş li şêniyên wargehê tên kirin. Lê şêniyên wargehê bi têkoşîna xwe ev êrîş hemû vala derxistin.  Ji ber vê yekê jî ambargoya ku berdewam dike heta ku kîjan astê diçe bila biçe gel di biryara xwe de bi israre. Gelê wargehê di vê yekê de gihiştiye wê asta zanebûnê ku dizane tevahî lîstikên ku tên meşandin ji bo hilweşandina wargeh û pergala rêbertiyê ne.   Ji bo vê yekê jî gelê wargehê hewl dide ku xwe bi xwe ji bo xwe di warê aborî de derfetan biafrîne.”   ‘Berpirsiyartiya NY'yê heye'    Çîçek, di axaftina xwe de bal kişand ser helwesta Neteweyên Yekbûyî û got: "Wargeh di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye. Lê belê berpirsyartiyên xwe yên hemberê penaberan pêk nayne. Neteweyên Yekbûyû gelên wargehê wek penaberên siyasî pejirandiye û divê heta kêliyê dawî jî berpirsiyartiya xwe pêk bîne. Di salên 2000’î de niha bi tu şêweyan alîkariyek wargehê re nayê kirin. Derbarê vê de jî agahiyek nayê parvekirin. Penaber ji ber helwesta Neteweyên Yekbûyî aciz in."   Pandemî, ambargo û êriş...   Çîçek, wiha bal kişand ser bandora amborgoyê ya li ser wargehê: "Li vir zarok, biçûk, jin, pîr, kal, astengdar hene. Ambargo bandorê li tevahiya jiyana wan dike. Neteweyên Yekbûyî diviya li hemberî ambargoyê xwedî li erk bûye. Ji ber ambargoyê di aliyiê tenduristiyê de gelek pirsgirêk tên jiyîn. Kesên ku nexweşiyên wan ên cuda hene ku divê bên tedawîkirin an jî rêk û pêk biçin cem bijîşkan. Ji sala 2000’î heta niha nexweşxaneya ku heyî di bin banê NY’yê de kar dikir. Lê belê niha ev tişt jî tuneye. Ev helwest û ambargo rêbazeke zextê ye. Gelê wargeh bendewariyek wan ji PDK’ê nîne, ji hikûmeta navendî ya Iraq nîne. Gelê wargehê li gel pandemî, êriş û ambargoya hewl dide ku li gorî derfetên xwe yên heyî bijî."   ‘Zarok ji êrişan bi bandor dibin’   Çîçek, destnîşan kir ku di êrişên ku pêk tê de bêtir jin û zarok bi bandor dibin û wiha bi lêv kir: "Ji sala 2018’an vir ve êrişên li ser wargehê didomin. Bi taybetî di sala 2014’an êrişên DAIŞ’ê pêk hatin. Her wiha dewleta faşîst a tirk bi hevkariya PDK’ê êrişan dikin û hewl didin gel bêdeng bikin. Bi taybetî ji sala 2018’an wir ve bi firokan êriş dikin û DAIŞ jî li bejayî êriş dike. Di encama wan êrişan de jin û zarok jiyana xwe ji dest didin. Her wiha bi wan êrişan jî bi taybetî jî zarok di hêla derûniyê de bi bandor dibin."   'Gel dê li dijî êrişan derbikevin'    Çîçek, diyar kir ku li hemberî êrişên ku pêk tên gelek derdor bêdeng in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li hemberî êrişên ku pêk tê divê her kes deng derxe. Bêdengiya Iraqê jî tê wateya pejirandina êrişan. Em wek gelê Mexmûrê dê berpirsiyariya xwe bînin cih û tu carî li hemberî êrişan bêdeng namînin. Gelê Kurd û li çar parçeyan dê bi berxwedana xwe li dijî êrişan derbikeve."