Li Stenbolê 46 kes hatin binçavkirin 2022-06-12 17:13:54   STENBOL - Girseya ku ji bo bimeşîn Gemlîkê li Kadikoyê kom bûn bi êrişa polîsan ve rûbirû man. Di encamê de 46 kes hatin binçavkirin.    Ji bo lingê Meşa Gemlîkê ku wê li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê bi dirûşma "Em Li Dijî Siyaseta Tecrîdê ji bo Azadiyê Biparêzin Dimeşin Gemlîkê" pêk were, li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştgiriyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED-TUHAD FED) girse li Kadikoyê kom bûn û dest bi meşê kirin.   Di meşê de polîsan êriş bir ser girseyê û di encamê de herî kêm 46 kes hatin binçavkirin.