ROJEVA 12'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-12 09:00:00     * Endama Lijneya Rêveberiya MED TUHAD-FED Aslihan Bultuk da zanîn ku hewl tê dayîn Girtîgehên Tîpa S bên zêdekirin û wiha vegot: “Piştî girtî biguman jiyana xwe ji dest didin em rastê şopên îşkencê tên. Ev polîtîka berdewama pergala nîzama leşkerî ya di dema pêvajoya darbeya 80’ê de pêk hatiye." BI DÎMEN   *Siyasetmedar û aktîvîst bertek nîşanê binçavkirina rojanemgeran dan û gotin divê demildest bên berdan û gotin: “AKP di amadekariya şerekî nû de ye. Li welat êdî krîz û kaos nayê qebûlkirin û ji ber vê jî êrîş didomin. Em piştevaniya bi çapemeniya azad re mezin dikin.” BI DÎMEN