Xizmên Windayan li aqubeta Çayan Çîçek pirsîn 2022-06-11 12:35:55     AMED - Di çalakiya vê heftê ya Xizmên Windayan û ÎHD’ê ya Amedê de li aqûbeta Çayan Çîçek hat pirsîn û banga darizandina kujeran hat kirin.    Rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan ji bo pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, di hefteya 696’an de jî bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” çalakiya xwe li dar xistin. Çalakî, li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê hate lidarxistin û wêneyên windakiriyan hatibû hilgirtin.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Çayan Çîçek hate pirsîn ku dema ji dayik bûyî kor bû û di 19 saliya xwe de li Lice ya Amedê hate binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    Endama Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Yildirim serpêhatiya Çayan Çîçek xwend. Derya, da zanîn ku malbata Çayan Çîçek li gundê Dernekê yê Liceyê dijiyan û debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikir.    Bi domdarî Derya, bi lêv kir ku di 10’ê gulana sala 1994’ an de leşkeran bi ser gund de girtin û şêniyên bi navên Ramazan Akyol, Fevzî Fîdantek, Mehmet Ozînekçî, Mehmet Demîr, Alî Îhsan Çîçek û Tahsîn Çîçek binçav kirin û axaftina xwe wiha domand: “Leşkeran kesên binçavkirî birin YÎBO ya Liceyê û li wan gelek îşkence hatin kirin. Ji xeynî Alî Îhsan Çîçek û Tahsîn Çîçek, hemû binçavkiriyên din hatin berdan. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Alî Îhsan û Tahsîn Çîçek nayên girtin.”    Derya da zanîn ku leşker 17 roj piştî binçavkirina şêniyên gund dîsa hatin gund û axaftina xwe wiha qedand: “Di 27’ê gulana sala 1994’an de kurê Tahsîn Çîçek ê bi navê Çayan Çîçek ku dema ji dayik bûyî kor bû, hate binçavkirin. Dapîra Çayan Çîçek, radihêje nasnameya neviyê xwe û diçe Fermandariya Cendirmeyan a Liceyê. Li wir aqûbeta neviyê xwe dipirse. Leşker li nasnameya Çayan Çîçek dinihêrin û ji dapîra wî re dibêjin; ‘kesekî bi vî navî li vê dere nîne.’ Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Çayan Çîçek nayên girtin. Ji DGM’ê heta DMME’yê, malbatê serî li her derê da lê belê tu encamek jê derneket. DMME’yê ji bo Çayan Çîçek biryara ‘Delîleke ku hatiye binçavkirin tune ye’ da û dosya girt.”   Piştî daxuyaniyê jî beşdaran çalakiya rûniştinê li dar xist û çalaki bi dawî bû.