Malbata Şenyaşar ji bo 14'ê Hezîranê bang kir 2022-06-11 12:34:45     RIHA - Malbata Şenyaşar a ev 460 roj in Nobeda Edaletê didomîne ji bo salvegera komkujiyê bang kir û got:"Ger têkoşîn hebe tevî hemû tiştî hêvî jî heye."   Li Pirsûsa Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz 2 kur û hevjînê Emîne Şenyaşar qetil kirin. Kurê Emineyê Ferît jî bi birîndarî filitî. Li ser vê yekê Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'ê de li ber deriyê edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobet di roja 460'î de didome. Malbatê ji ber dawiya hefteyê ye nobeda xwe li mala xwe ya Pirsûsê domand. Her wiha li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtîl bang kirin û gotin:"Ger têkoşîn hebe tevî hemû tiştî hêvî jî heye."   Malbatê derbarê salvegera komkujiyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvrkirin kir û Serokkomerê AKP'yî Tayyip Erdogan û Wezîrê Dadê etîket kir.    Bernameya bibîranînê   Her wiha wê bi pêşengiya Platforma Kedê ya Rihayê gelek çalakî bi sernavê "Ji bo edaletê em li Rihayê ne" bên lidarxistin. Do hastaga #AdaletİcinUrfadayiz hat destpêkirin. Ew ê bi awayekî girseyî di 14'ê Hezîranê de li Pirsûsê saet di 10.00'an de serdana Goristana Asriyê ya Pirsûsê bê kirin. Wê di heman rojê de saet di 15.00'an de li ber Edliyeya Rihayê nobeda girseyî bê lidarxstin. Wê di heman demê de li avahiya Baroya Rihayê foruma "Malbata Şenyaşar û Edalet" were lidarxistin.