'Rozerînê bi çeka dewletê hate gulebarankirin' 2022-06-11 09:30:36   Medya Uren   AMED - Dêya 3 zarokan Rozerîna 27 salî ruxmê bi caran li qereqolê gilî kiriye jî ji aliyê mêrê pêre hatiye zewicandin, Ozcan Yildiz ê notirvan e êriş hatiye kirin. Malbata Rozerînê got keça me bi çeka dewletê hate qetilkirin. Ruxmê ewqas giliyan çeka wî jê negirtin, tu ceza lê nebirîn heta ku êrişî keça me kir.   Careke din mêrê erkdarê dewletê yê bi çek xwest dawî li jiyana jinekê bîne. Dêya 3 zarokan Rozerîn Yildiz (27) ji aliyê mêrê pêre hatiye zewicandin, Ozcan Yildiz ê ku notirvan bi êrişa çekê rû bi rû ma. Rozerînê ya ji serê xwe darbe girtiye rakirine beşa lezgîn a  nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Li gorî agahiyên me girtine rewşa tendirustîya Rozerînê her ku diçe xeter dibe.    'Rozerînê bi çeka dewletê hate qetilkirin'    Malbata ku 3 roj in bi girseyî li ber deriyê nexweşxaneyê ne berteka xwe bi me re parve kirin. Bapîrê Rozerînê, Yakup Atlî di serî de xwest biaxive wiha bertek nîşan da: "Neviyê min 7 salî zewicî ye û demek dirêj e dixwaze dawî li zewaca xwe bîne. Ji ber tundî û êriş lê tê kirin.    Ew li dijî vê yekê derdiket. Niha jî Rozerînê dayika 3 zarokan e û zaroka wê ya biçûk jî 1 salî ye. Ew kes bi çeka xwe û erka xwe bawer bû û xwest Rozerînê qetil bike. Ev çek, çeka dewletê ye û bi wê piştgermiyê gule berdayê. Ango mêr dibêjin em ê salek, du salan di girtîgehê de rakevin û piştre werin berdan. Em pey vê bûyerê bernadin. Pêwîst e ji bo kesekî din neyê qetilkirin çek ji bo her kesî neyê dayin û berpirsyarên vê bûyerê werin cezakirin. Em baş dizanin sûcdar ne tenê Ozcan e. "   'Ji çeka dewletê bawer kir’   Dêya Rozerînê, Şukran Atli jî têkildarî bûyerê berteka xwe parve kir û ev gotin kir:" Ji ber tundiyê Rozerînê gelek caran çû qereqolê û gilî kir. Herî dawî 6 meh cezayê dûrketina ji malê dan mêrik. Bi mirinê gef li keça min dida xwarin. Lê belê cezayê didanê çend meh dûrxistin bû. Careke din keça min bi gefan dibir gel xwe. Di her êrişê û girtinê de mêran ji deriyekî digirin di deriyê din re jî wan serbest berdidin. Ji xwe çeka hatiye bikaranîn jî çeka dewletê bi xwe ye. Her roj çend jin tên qetilkirin. Sedema wê piştgermkirina dewletê ye. Çek xistin ber wî û wî ji xwe tiştek dihesiband. Çeka xwe dixist ber pişta xwe û wisa di nav me de digeriya. Bi wê re dixwest çav bitirsîne. Yên ku çek dane gel û fersend dane vê qetlîamê jî sûcdar in. Pêwîst e ewqas hêsan çek ji bo her kesî neyê dayîn.”   ‘Divê kuştina jinan ewqas hêsan negirin dest’   Şukranê da zanîn hedefgirtina keça wê ne tenê sûcê Ozcan e û wiha lê zêde kir:"Divê kuştina jinan ewqas hêsan negirin dest. Bi du salan divê cezayê wan neyê qedandin. Dema efû tê ji kesên wisan re, ji qatilên jinan re tên. Ev tê çi wateyê gelo? Hûn rêya qetlîaman vedikin. Dilê dayikan hûn diêşînin. Ger ku cezayekî baş bidin van kujeran wê careke din jinek din bi hêsanî neyê qetilkirin. We qet dîtiye jinekê mêrek kuştiye. Hertim mêr vê yekê dikin. Ji ber piştê digirin. Tim jin tên qetilkirin. Em li pey vê yekê herin. Heta ku edalet were cî em ê li berxwe bidin. Ev sûc ne sûcê wî mêrî tenê ye. Ma çi ji keça min dixwest. Ji îro şûnde tu ceza jî dilê min sar nake lê belê ez ê pê bidim kişandin.”   ‘Bila jin neyên qetilkirin’   Zekîye Tarancî ya ku nasê malbatê ye, li ber deriyê nexweşxaneyê ye jî wisa dibêje: “Bila êdî jin neyên qetilkirin. Pêwîst e cezayê herî giran ji bo van kesana werin dayin. Bi cezayên biçûk divê ew neyên xelatkirin.” Meta Rozerîn Senîha Yaşar jî bi van gotinan bertek nîşanî qetilkirina jinan da: “Bila êdî jin neyên qetilkirin. Bila dayik êtîm nemînin. Bila dilê dayikan neyê qurisandin. Ji bo vê jî em cezayê herî giran ji kujeran re dixwazin. Ma çi heqê wan li jinan heye.”