Aktîvîsta TJA’yê Guler Tunç: Kuştinên jinan parçeyek konsepta şer e 2022-06-11 09:11:59   Şîrîn Çinar   ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA’yê Guler Tunç, derbarê polîtîkayên şerê taybet de axivî û da zanîn ku sedemê kuştinên jinan yên demên dawî de zêde bûne ji ber polîtîka bêcezahiştinê pêk tê û got ev parçeyeke konsepta şer e.   Li herêmê û Tirkiyeyê bi destê desthilatdariyê her ku diçe rêjeyên qetilkirina jinan zêde dibe. Gumanbar bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên xelatkirin û jiyana jinan bi metirsiyên mezin re rû bi rû tên hiştin. Bi taybetî li bakûrê Kurdistanê di bûyerên tacîz, tecawiz û qetilkirinan de gumanbar piranî leşker û polîs in. Ev jî polîtîka şerê taybet yên li herêmê tên meşandin eşkere dike. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tunç, der barê qetilkirina jinan de nirxandin kir.   ‘Gurbûna êrişan ji binketina wan e’   Gulerê di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser polîtîkayên êrişên taybet yên li dijî jinan tên meşandinê û got: "MGK'ê, ya ku di 2014’an de weke polîtîka êriş û têkbirinê ketiye meriyetê ji bo polîtîkayên êrişên taybet bû pêngavek. Ango bi pêvajoya xweseriyê re û bi taybetî ji piştî pêvajoyê her ku çû polîtîkayên êrişên taybet, ji aliyê îqtidarê ve hatin girankirin. Îqtidara AKP'ê û hevkarê wê yê biçûk MHP dema li hember berxwedana reveberiya xweseriyê wendahiyek mezin jiyan û negihêştin armanca xwe polîtîkayên êrişên taybet xistin meriyetê. Bi vî awayî notirvan xistin kolanan. Pisporên çawîş anîn merciya jor. Peymana Stenbolê vekişandin.”   ‘Biryar ji MGK’ê dertê’   Gulerê balkişand ser polîtîka bêcezahiştinê ya ji bo gumanbaran pêk tê û wiha berdewamkir: "Ev pêkanîn cesaretê dide gumanbaran. Gumanbarên jinên hatine qetilkirin weke hercarî di demên dawî de jî ji polîtîka bêcezahiştinê sûdê digrin. Ji ber pergala heyî li Tirkiyê behsa edelet û hiqûqê kirin pir qels e. Li aliyê din jî biryarên qetilkirina jin û zarokan ji MGK’ê derdikevin. Li bajarên kurdan ji salên 90’î şûnde bi awayekî dijberê nirxên ahlaqî êrîşê jinan têkirin. Gumanbar bi germahiya bûyerê re tên binçavkirin û piştre jî tên berdan. Berdana wan jî bêyî sepandin an jî ceza were dayîn pêk tê."   ‘Parçeyek konsepta şer e’   Gulerê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dema em li kiryar û polîtîkayên îqtidarê temaşe bikin em ê bi eşkerahî bibînin ku qetilkirina jinê ji polîtîkayên şerê taybet ne qût e. Desthilatdariyê li hember jinan şer daye destpêkirin. Em ji ber wê jî tim qêr dikin û dibêjin kuştinên jinan polîtîk in. Li Tirkiyeyê he roj herî kêm 4 jin tên qetilkirin. Ev ji konsepta şer pêk tê. Li dijî tundî û qetiklirina jinan jin bi sedsalane têkoşînê dimeşînin. Kuştinên jinan her roj di çapemeniyê de dertê. Divê saziyên jinan û aktîvîstên TJA’yê têkoşîna xwe li qadan hîn bêhtir mezin bikin. Divê ji bo zêdetir destkeftiyê jî bi awayekî kolektîf xebat bên meşandin. Li dijî êrîşên li hember jinan wê jin hîn bêtir xurt bisekinin. Jin wê polîtîka bêcezahiştinê biguherin.”