‘Ev pêşnûmeqanûn li dijî azadiya çapemeniyê ye’ 2022-06-11 09:07:46   Oznur Deger   ENQERE - Rojnamegeran bertek nîşanê pêşnûmeqanûna ku wek ‘Qanûna dezenformasyonê’ tê binavkirin dan. Koordînatora CFWIJ'ê Ceren Îskît da zanîn ku rojnamegerên jin bi sûcdariyên giran re tên rû hev, ev qanûna dezenformasyonê bêguman wê bandorek mezin li ser jinan bike. Seroka TGS'ê Esra Koçak jî got biryara dadgeha bilind heye ku ji bo rojnameger faliyeta xwe bişîne qerta saziyê têr dike.     Rojnamegerên ku dema şopandina nûçeyan de rastî binpêkirinan û binçavkirinan tên niha jî bi ‘Pêşnûme Qanûna der barê Guhertina Hinek Qanûnan û Qanûna Çapemeniyê’ ya di wek ‘Qanûna dezenformasyonê’ tê nasîn hedef tên girtin. Pêşnûme Qanûna ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye amadekirin pêşkêşî meclîsê hat kirin û tevî îtîrazên muxalefetê di Komîsyona Edelet û Komîsyona Mecrayên Dîjîtal de tê nîqaşkirin. Li dijî pêşnûme qanûnê bertekên rojnamegeran didomin.   Seroka  Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Esra Koçak der barê mijarê de nirxandin kir û bang li gel kir ku xwedî li rojnamegeran derkevin.   ‘Dewlet li gorî xwe qerta çepemeniyê wê bide’   Esrayê got AKP bi îdiaya ‘tunekirina agahiyên qirêj’ der barê qanûnê de reklamê dike û naveroka wê bi rewşên fahîş hatine xemilandin û got: “Ji bo kesên bi îdiaya di çapemeniya dîjîtal de nûçeyên derew weşandine ji saelkê heta 3 salan ceza pêşniyar dike. Her wiha qerta çapemeniyê ya turkuaz ya wezareta ragîhandinê ya serkomoriyê jî tê dayîn bê derfet tê hiştin. Gelek hevalên me li bendê vê qertê ne. Bi vê qanûnê re ji bo gelek kesên wesfa wan ya rojnamegeriyê tune qert wê bên dayîn. Di qanûnê de xala tekzîp heye. Ferz dike ku metnên tekzîpê yên ji rojnameyan re tên şandin di nav rojekê de bê weşandin. Ji ber vê jî parastina naveroka nûçeyê tune. Dibêje ‘te nûçeya derew çêkiriye’.”   Esrayê, destnîşan kir ku di komîsyona çapemeniyê de wê êdî tenê AKP’î hebin û di berdewamiyê de wiha got: “Ew wê diyar bikin qertê bidin kê.  Hevpîşeyên me yên di çapemeniyên dijberê AKP’ê de rewşa xwe ya qerta çapemeniyê bigirin temam bikin jî nikarin qertê bigirin. Hûn ne rojnamegerên desthilatdariyê bin ne rojnamegerin.”   ‘Ji ber pêvajoya hilbijartinê bû qanûn anîn’   Esrayê pirsa ‘AKP’ê çima ev qanûn niha anî?’ pirsî û destnîşan kir ku ji ber li pêş AKP’ê pêvajoya hilbijartinê heye ev qanûn aniye û di pêvajoya hilbijartinê de li dijî nûçeyên hember xwe dixwaze her cureyê weşanan bigire. Esrayê got bi vê qanûnê dixwazin ceza bidin weşanan û rojnamegeran û bi vê pêşiya reşkirina weşanan digire.   ‘Em ê serî li Şureya Dewletê bidin’    Esrayê, destnîşan kir ku biryara daniştayê heye ku ji bo rojnameger faliyeta xwe bişîme qerta saziyê têr dike û wiha dirêjî dayê: “AKP’ê tu car hiqûq nas nekir û di vir de jî hiqûqê nas nake. Me wek rêxistinên pîşeyî di çarçoveya qanûnê de li meclîsê hinek hevdîtin kirin. Me bi partiyên siyasî re hevdîtin kir. Em di komîsyona ku pêşnûme tê nîqaşkirin de jî cih digirin. Me nêrînên xwe ji komîsyonê re vegot û me biryara daniştayê bibîr xist. Me got divê qerta çapemeniyê bê dayîn. Me di serî de ev got. Em ê bo betalkirina pêşnûme qanûnê bi partiyên siyasî û rêxistinên pîşeyî re serî li Şûreya Dewletê bidin.”   ‘Divê em bi hev re deng derxin’   Esrayê balkişand ser zext û şîdeta li ser çapemeniyê û got rojnameger dema şopandina nûçeyan ji aliyê polîsan ve tên astengkirin û bi vê qanûnê re wê êrişên li hember rojnamegeran bêperwa pêk bên û wiha dirêjî dayê: “Em wek TGS wê berteka xwe her tim nîşan bidin. Tenê li kolanê mafê me nayê astengkirin. Em ê li dijî cezayên RTUK’ê jî serî hilbidin û têbikoşin. Em bêdeng bimînin wê ev êrîş bidomin. Divê em hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin. Divê gel ligel rojnamegeran cih bigirin. Peywir êdî ji rêxistinên pîşeyî derketiye. Divê gel ligel rêxistinên pîşeyî cih bigire û piştgiriyê bidin rojnamegeran.”   ‘Darizandina 46 ronamegerên jin didomin’    Koordînatora Lêkolînê ya Koalîsyona Jinan a  di Rojmegeriyê de (CFWIJ) Ceren Îskît jî  got wek komîsyon ji 2019’an heta niha li cîhan û Tirkiyeyê bûyerên şîdetê yên li hember rojnamegerên jin qeydkirine û wiha bi lêv kir: “Dane gelek bi xof bûn. Ji destpêka 2022’yan heta niha 46 rojnamegerên jin tên darizandin. Doza 9 heban îsal nû vebû. Rojnamegerên jin bi sûcdariyên giran re tên rû hev. Ev qanûna dezenformasyonê bêguman wê bandorek mezin li ser jinan bike. Ev qanûn ji rojnamegerên mêr zêdetir wê bandor li ser rojnamegerên jin bike.”   ‘Wê bi rêyên qanûnî bên tacîzkirin’   Cerenê da zanîn ku ji ber betlana edlî wê kêmtir dozên rojnamegerên jin bê şopandin lê wê lêpirsînên derbarê rojnamegerên jin de haitne vekirin bişopînin û wiha daxuyand: “Der barê Berîvan Altan a rojnamegera Ajansa Mezopotamyayê ye de ji ber nûçeyê lêpirsîn hat vekirin. Xwestin xwe bigihînin çavkaniya nûçeyê. Jê pirsa ‘te ji kê talîmat girtiye’ pirsîn. Jin bi vê qanûnê wê bi riya qanûnê bên tacîzkirin. Li qadê gelek rojnamegerên jin bi şîdetê re tên rû hev. Mafê girtina nûçeyan tê astengkirin û binpêkirin. Ev ev pêşnûme qanûn li dijî azadiya çapemeniyê ye.”