ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-11 09:00:00   * Uzehîr Kurt di sala 90'î de hat binçavkirin û piştre hat windakirin. Keça wî Aynûr Akdag, da zanîn ku dema hat îdiakirin ku di bin Qereqola Bîsmîlê ya kevin de hestiyên ku aîdê mirovan e hatiye dîtin bi hestiyan bûne û got: "Dibe ku ev yê nasê me bin. Bi awayeke veşartî hestiyên ku hatin dîtin hatin binaxkirin. Lê em nahêlin ku carek din ev hestî bên windakirin."   *Rojnamegeran bertek nîşanê pêşnûme qanûna ku wek ‘Qanûna dezeformaasyonê’ tê binavkirin dan. Koordînatora CFWIJ'ê Ceren Îskît da zanîn ku rojnamegerên jin bi sûcdariyên giran re tên rû hev, ev qanûna dezenformasyonê bêguman wê bandorek mezin li ser jinan bike. Seroka TGS'ê Esra Koçak jî got biryara daniştayê heye ku ji bo rojnameger faliyeta xwe bişîme qerta saziyê têr dike.  BI DÎMEN    * Rojnameger, siyasetmedar û aktîvîstên Îzmîrê bertek nîşanê binçavkirina xebatkarên çapemeniya azad dan û gotin divê demildest xebatkarên çapemeniyê serbest bên berdan. BI DÎMEN    *Aktîvîsta TJA’yê Guler Tunç, derbarê polîtîkayên şerê taybet de axivî û da zanîn ku sedemê kuştinên jinan yên demên dawî de zêde bûne ji ber polîtîka bêcezahiştinê pêk tê û got ev parçeyeke konsepta şer e. BI DÎMEN    *Berdevk û Koordînatora Însîyatîfa “ Nûn ji bo Azadiya Ocalan” Sewsen Şoman, destnîşan kir ku fikr û paradigmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo azadiya hemû gelan çirûskeke ji bo diyarkirina çarenûsê wan û got: “Em wek jinên Rojhîlata Navîn û Bakurê Efrîkayê azadiya Ocalan ji xwe re peywirek dibinin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan da zanîn divê meseleya tecrîdê êdî tenê wekî meseleya kurdan neyê dîtin û wiha got:"Divê li vî welatî partiyên mûxalîf, rewşenbîr, nivîskar, demokrat, mirovên li Rojava dijîn êdî fam bikin polîtîkayên şer tê çi manê û êdî divê bizanibin ev yek bi tecrîdê re girêdayî ye û vê yekê bibînin." DÎMEN HEYE   *Akademîsyen Ceren Sozerî bertek nîşanê binçavkirina 20 rojnamegerên kurd da û wiha vegot: “Ez vê pêkanîna dijminwarî ya li hember JINNEWS’ê şermezar dikim.” Hatîce Çoban Keneş diyar kir ku ger deng neyê derxistin dem bê wê kes dengê wan nebihîze. BI DÎMEN   *Dêya 3 zarokan Rozerîna 27 salî ruxmê bi caran li qereqolê gilî kiriye jî ji aliyê mêrê pêre hatiye zewicandin, Ozcan Yildiz ê notirvan e êriş hatiye kirin. Malbata Rozerînê got keça me bi çeka dewletê hate qetilkirin. Ruxmê ewqas giliyan çeka wî jê negirtin, tu ceza lê nebirîn heta ku êrişî keça me kir. DÎMEN HEYE