16 endamên GOÇÎZDER'ê hatin girtin 2022-06-11 08:00:57   STENBOL - Di nav de hevserok jî heyî bi tevahî 16 endamên GOÇÎZDER'ê hatin girtin û 6 kes jî bi şerta kontrola edlî serbest hatin berdan.    Di 3'yê hezîranê de polisan li taxa Şîrînevler a navçeya Bahçelîevler a Stenbolê bi ser Komeleya Şopandina Goçê (GOZÎZDER) de girtibû û hevserokên komeleyê jî di nav de bi giştî 22 endam û rêveberên wê binçav kiribûn. Lêpirsina ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatî destpêkirin de 22 kes 8 rojan li emniyetê di binçavan de man.    Piştî îfadeyên li emniyetê hatin girtin wan sewqê Edliya Stenbolê hatin kirin. Di dozgeriyê de bi hinceta "endamtiya Rêxistinê" Makbule Altintaş, Veysî Yildiz, Bîlal Yildiz, Îlyas Erdem, Halît Karahan, Zelal Coşkun, Şeref Kaya, Ramazan Kirkpinar, Cîhan Kartal, Alî Koçyîgît, Îskan Teker, Songul Kose, Îrfan Hulaku, Kamîle Kendal, Mehmet Bogakan, Demgul Athan, Suleyman Yildiz, Kiyasettîn Cuheylan, Erhan Ors, Nurhayat Koçyîgît, Mehmet Baran jî di nav de derbarê 21 kesî de biryara girtinê hat dayîn. Parêzer Pinar Konak jî bi şerta kontrola edlî serbest hat berdan. Hemûyan sewqê Dadgeriya Ceza a Sulhê kirin.    Li dadgeriyê jî parêzer Pinar Konak, Suleyman Yildiz, Îskan Teker, Alî Koçyîgît, Şeref Kaya û Nurhayat Koçyîgît bi şerta kontrola edlî serbest hatin berdan. Ji bo 16 kesan jî biryara girtinê hat dayîn.