Li Mêrsîne jinan giliyê Erdogan kir 2022-06-10 17:04:34   MÊRSÎN - Platforma Jinan a Mêrsînê, ji ber gotinên Serokkomar Erdogan, serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê dan û giliyê wî kirin.   Platforma Jinan a Mêrsînê, ji ber gotinên Serokkomar Erdogan, serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê dan û giliyê wî kirin. Pêkhateyên platformê piştî ku gilî kirin li pêşiya Edliyeya Mêrsînê kom bûn û pankarta "Em serî hildidin" vekirin. Li ser navê Platformê Seroka Baskên Jinan a CHP'a Bajarê Mêrsînê Gulşah Yildirim Genç axivî.   Gulşah wiha axivî: "Yek zilamê ku yên ji wan nebin cuda dibîne, dike yê din, û mafên me di şevekê de ji destên me digire, her ku diçe zimanê xwe yê mêrane dirêjtir dike."   Gulşah, destnîşan kir ku Erdogan li ser bedena jinan çêr û heqaretan, li milyonan kesên ku tevli çalakiyên Geziyê bûne, dike. Gulşah anî ziman ku ew sûc dike û wiha got: "Em dizanin yekem sedema van rewşên neyînî rejîma yek zilamî ye. Ji ber wê em wek jin dê di hilbijartina yekem de, yek zilamî bişînin, demokrasiyê bînin vî welatî. Em ê Berxwedana Geziyê ya ku ji bo azadî, aşitî û biratiya 84 milyonan hatiye dayîn jî bi piştevaniyê ji nedin jibîrkirin."