Dema binçavkirina rojnamegeran hat dirêjkirin 2022-06-10 16:06:36     AMED - Dema binçavkirinê ya 21 kesên li muduriyet polîsan a Amedê ku 20 jê rojnameger in 2 rojên din hat dirêjkirin.   Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji alyê Serdozgeriy Komarê ya Amedê hat destpêkirin de di 8'ê Hezranê di saetên serê sibehê de  bi ser malan de hat girtin û 20 jê rojnameger 21 kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de bêyî ku agahiyê bidin me polîdsn  bi ser buroya me ya li Yenîşehira Amedê de girtin û alavên me yên teknîkî desteser kirin. Herwiha di nav kesên ku hatin binçavkirin de mudura me ya nûçeyan Safiye Alagaş edîtora me Gulşen Koçûk û hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG)  Serdar Altan jî heye.    Di çarçoveya heman lêpirsînê de Ferînaz Koçuk jî li Gebzeyê bi ser mala wê de hat girtin û hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Ferînazê duh êvarê anîne Amedê.   Derbarê dosyays rojnamegeran de heta niha ji parêzerên wan re agahî nehatine dayîn.   Dema binçavkirinê ya rojnamegerên ku di hucreya yek kesî de tên girtin du rojên din hat dirêjkirin.