Dest danîn ser ekîpmanên rojnamegeran û şîrketên produksiyonê 2022-06-10 13:55:27     AMED - Di serdegirtina li Amedê de, dest danîn ser bi dehan kompîtur, harddîsk û kamerayên rojnameger û şîrketên produksiyonê.   Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 21 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Rojnamevan 3 roj in li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Polîsan di heman demê de li gel malên rojnamevanan bi ser Produksiyona Pel, Produksiyona Piya, Produksiyona Arî û ajansa JINNEWS’ê yên li Amedê de girtin. Di serdegirtinana de gelek alavên  rojnamevanan hatin desteserkirin.    Bi ser JINNEWS'ê de girtin    Di serdegirtina JINNEWS’ê de polîsan dest danî ser 5 harddisk, 2 Laptop, computerek montajê, 4 kartên kamera û wênegirê, 2 flash diskan.    Di serdegirtina Produksiyona Pelê de jî 2 harddisk, laptopek, kamereyk, belgeyên fermî yên şîrketê û peymana kar hatin desteserkirin.    Polîs li ber avahiyên produksiyonan disekirin   Di serdegirtina produksiyonên Piya û Arî de jî bi dehan computer, harddisk, laptop û kelûpelên rojnamevaniyê hatin desteserkirin. Lê belê derbarê hejmara destserkirina kelûpelan de tu agahî nehatin bidestxistin. Hê jî polîs li ber deriyên her du produksiyonan tên sekinandin.