Rojnameger 3 roj in di hucreya yek kesî de tên girtin 2022-06-10 12:07:47   AMED - 21 Rojnamegerên ku xebatkarên çapemeniya azad in, 3 roj in di hucerya yek kesî de di bin çavan de tên girtin.    Di encama serdegirtinên malan ku di 8'ê Hezîranê de li Amedê pêk hatin 20 jê rojnameger bi giştî 21 kes hatin binçavkirin. Di vê çarçoveyê de bêyî ku agahiyê bidin bi ser buroya Ajansa me ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê de jî girtin û dest danîn ser kompîturên me û hartdîskên wan. Herwiha di nava kesên ku hatin binçavkirin de Mudura Nûçeyan a Ajansa me Safiye Alagaş û edîtora me Gulşen Koçuk û Hevserokê Komeya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan jî heye.   Feynaz Koçuk anîn Amedê   Di çarçoveya heman lêpirsînê de li Gebzeyê bi ser mala Feynaz Koçuk de girtin û ew binçav kirin. Hat ragihandin ku Feynazê duh êvarî anîne Amedê.   Di hucreya yek kesî de tên girtin   Hat ragihandin ku derbarê dosya rojnamegerên di bin çavan de hata niha ji parêzerên wan re tu agahî nehatine dayîn.    Bertekên raya giştî ên li heberî binçavkirina rojnamegeran berdewam dikin.