'Dengê jinan JINNEWS dê neyê bêdengkirin' 2022-06-10 11:39:04       Medya Uren- Şîrîn Çinar   AMED - Parlamenter Remziye Tosun, bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: "Xuya dike ku îqtidar ji bo bêdengkirina muhalefetê hemû rêbazên qirêj bikartîne." Nûçegîhana MA'yê Eylem Aktag jî da zanîn ku rojnamegerên kurd tu carî serî natewînin. Ji Komeleya Jinan a Rosayê Ruken Erguneş jî diyar kir ku Kurdbûyîn dibe sedema binçavkirin, girtin û êrişan.   21 kesên ku 20 jê rojnameger in di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de hatibûn binçavkirin hêj di bin çavan de ne. Li ser dosyaya rojnamegerên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin de biryara sînordarkirinê heye. Rojnamegerên ku hêj nediyar e bi çi tên sûcdarkirin di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.    Derbarê binçavkirinan de bertek û nerazîbûnên raya giştî didomin. Her wiha parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun, endama Komeleya Jinan a Rosayê Rûken Erguneş, nûçegihana ajansa Mezopotamya yê Eylem Akdag ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser êrişan.    'Îqtidar hemû rêbazî bikartîne'    Remziye Tosun bal kişand ser êrişên îqtidarê yên di demên dawî de zêdebûne û got: "Bê guman pêwîste em vê pêvajoyê jî pêvajoya aştiyê vê dest bigirin. Piştî xirabkirina pêvajoyê êrişê kurdan kirin û vê jî bi taybet bi dijminatiya li ser kurdan re da meşandin. Ango êrişên li ser jinan, polîtîkayên bêdengkirina rojnamevanan, doza girtina HDP'ê û doza Kobanê, êrişên ji derveyî sînor ji hev ne qut in û divê bi hev re em binirxînin. Xuya dike ku îqtidar ji bo bêdengkirina muhalefetê hemû rêbazên qirêj bikartîne. Di pêvajoyek wiha de bandorek mezin ya çapemeniya azad heye. Di serî de zilm û zextên kurd dijîn û hemû beşa muhalîf pêre rû bi rû dimîne ji aliyê çapemeniya azad vê tê ragihandin. Di warê têkoşînê de jî bandorek mezin dike. Ji ber vê jî ji bo têkoşînê bişkînin di serî de êrişî çapemeniyê dikin. Berxwedana çapemeniyê şayanê qal kirinê ye ku weke şopdarên Apê Mûsa li pey heqîqetê ne. Çapemeniya Kurd bi taybet jî jin di bin şert û mercên giran de xebatê didin meşandin. Pêwîste kes bêdeng nemîne û li hemberî van êrişan bibin deng. "   'Ev êriş ne tesadufî ne'    Eylem Akdag jî wiha bal kişand ser êrişên li hemberî çapemeniyê: "Ji salên 90'î heta niha bi ser çapemeniya azad de êrişên mezin tên meşandin. Ango êrişa em îro pêre rû bi rû mane ne nûye. Me mînakên vê gelek dîtin. Ev êriş jî di salvegera roja ku Hafiz Akademîr bi awayek kujerê wî nediyar hatiye qetilkirin de pêkhat. Em bi vê re carek din hînbûn ku tu êrişên li Tirkiyeyê pêktên ne tesadufî ne. Di pêvajoyek ku qeyrana aborî gihîştiye lutkeyê de, ji bo îqtidar şaşiyên xwe binixumîne em dibînin ku êrişê çapemeniya azad dike. Bi taybet jî rojnamegerên jin hedef tên girtin."   'Hempîşeyên me berdin'    Eylem sedema hedef girtina JINNEWS'ê ji bi van gotinan şîrove kir: "JINNEWS, hem qetilkirina jinan û hem jî polîtîkayên bêceza hiştinê ya kujeran teşhîr dike. JINNEWS jiyana jinê esas digire. Îqtidara di vê ferqê de ye û êrişê dengê jinan a JINNEWS'ê kir. Bi vî rengî  armanc dike ku rojnamegeriyeke yek şekil avabike. Em weke rojnamegerên kurd û weke jinên rojnameger me tucarî serî netewand. Em ê jî îro şûnd jî serî netewînin. Em ê dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin. Em ê tim bibin dengê civakê. Em ê rastiya îqtîdarê deşîfre bikin. Divê demildest dawî li êrişên xwe yên bê hiqûq bînin û hempîşeyên me berdin. Em bang li çapemeniya din û rêxistinên din jî dikin ku li hemberî êrişan bêdeng nemînin."   'Hovîtiya wan eşkere bû'    Rûken diyar kir ku êrişên li ser çapemeniyê pêkhatine êrişek ne biyanî ye û wiha axivî: "Erka tê çi dibe bila bibe, pîşeya tê çi dibe bila bibe, ango saziya tê çi dibe bila bibe, ferq nake. Kurdbûn dibe sedema binçavkirin, girtin û êrişan. Hûn rastî cudahiyê tên û karê we tê krîmînalîzekirin. Vê jî bi polîtîkaya dijminatiyê dikin. Bi taybetî jî li dijî jinê bêtehmuliyê heye ku di êrişan de Ajansa Jinan JINNEWS'ê de me dît û carek din jin hatin hedef girtin. Binçavkirina nûçegihanan, girtina alavên wan hovîtiya wan nîşa dike."   'Divê rojnameger bên berdan'    Rûken, destnîşan kir ku azadiya fikir û ramanê mafê sereke ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê jî azadiya rojnamegeriyê bingeha azadiya fikir û ramanê me ye. Li cihekî ku çapemenî ne azad be şansê civakê yê azadbûnê ji tune ye. Ji ber wê jî azadiya me tê astengkirin. Em êrişa pêk hatî weke êrişa li ser hemû civakê pêk hatî dinirxînin. Li Tirkiyeyê hejmarek zêde rojnameger tên darizandin. Binçavkirin û girtina rojnamegeran tê wateya domandina polîtîkaya bêdengkirina civakê ye. Divê demildest ev rojnameger werin berdan."