‘Li Sûriyeyê garantiya jiyanê tune ye, Tirkiye jî ne ewle ye’ 2022-06-10 09:05:20     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Penaber A. da zanîn ku hem li Tirkiye hem jî li Sûriyeyê ne di ewlehiyê de ne û got Tirkiye dixwaze penaberên Sûriyeyê li avahiyên ku li Efrînê hatine çêkirin bi cih bikin. A. da zanîn ku wê li wir jî penaber bin.   Jina penaber a bi navê A. da zanîn ku ewlehiya canê penaberên Sûriyeyê li Sûriyeyê tune ye û got li Tirkiyeyê jî ji ber gotinên nefretê û tehdîdên şandina şûnde xwe ewle hîs nakin. A. diyar kir ku ew dixwazin biçin Ewropayê. Serokomarê AKP’yî diyar kiribû ku li Efrînê avahiyên TOKÎ hatine avakirin û wê Sûriyeyiyan li wir bi cih bikin. Penaberan bertek nîşanê vê daxuyaniyê dan.   ‘Beşek civakê nefretê dihewînin’   A. da zanîn ku di 2016’an de li Sûriyeyê ji ber ewlehiya canê wan tûnebû ye ji Dêra Zorê reviyane û hatine Tirkiyeyê. Wê demê jî 33 salî bûye û wiha anî ziman: “Dema em hatin me gelek zehmetî kişandin. Li Tirkiyeyê her tişt zehmet bû. Me ziman nizanibû. Me mafên xwe yên qanûnî nizanibûn. Her kes wek hev tev nedigeriya. Yên baş jî hebûn ên bi nefret jî hebûn. Beşek civakê nefret dihewandin.”   ‘Jiyan her çû zehmet bû’   A. di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Nêzîkatiyên nefretê zêde bûn. Digotin ‘we rizqê me dizî’. Em gelek dixebitin. Niha destûra xebatê jî zehmet kirine. Dema em nû hatin em rehet bûn lê niha tirs hîn bêtir zêde ye. Niha kes naxwaze li vir bimîne. Beşek Sûriyeyiyan dixwazin ji vir biçin. Me malê kesî, rizqê kesî negirtiye lê ew wisa nafikirin. Em ji bo debarê 24 saetan dixebitin. Em ji Heyva Sor alîkariyê nagirin, sekinandine. Ji nexweşxaneyê alîkariyê nagirin.”   ‘Li Sûriyeyê garantiya jiyanê tune ye, Tirkiye jî ne ewle ye’   A. bal kişand ser sûcên nefretê û diyar kir ku bi tirsa ku wan şûnde vegerînin dijîn û wiha dirêjî dayê: “Heta em hinek ciwanan naşînin dibistanê. Keça min heye ez dibim dibistanê û tînim. Gotinên nefretê zêde bûn. Rewşek bi xof e. Li Sûriyeyê garantiya jiyanê tune ye. Ez naxwazim heta dawiya jiyana xwe li vir bimînim. Ger rêyek vebe ez dixwazim biçim Ewropayê.”   ‘Em ê li Sûriyeyê jî bibin penaber’   A. bal kişand ser projeya avahiyan a li Sûriyeyê hatiye avakirin û wiha  dawî lê anî: “Ez bixwe naçim Sûriyeyê. Ji ber ez biçim wir ez ê dîsa bibim penaber. Li şûna biçim wir ez vir tercîh dikim. Ger ku ewlehî pêk bê û gotinên nefretê kêm bibin ez dikarim li Tirkiyeyê bimînim.”