Burcugul Çubuk: Divê Tirkiye xwedî li Meşa Gemlîkê derkeve 2022-06-10 09:04:41     Marta Somek    STENBOL - Cigrîra Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk ji bo Meşa Gemlîkê ya ku wê di 12’ê Hezîranê de pêk bê banga xwedîderketinê kir û wiha vegot: “Divê hemû Tirkiye xwedî li vê meşê derkeve, vebêje û der barê şikandina tecrîda li ser Ocalan xebatan bimeşîne.”   Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan 23 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye û tecrîd her diçe li hemû Tirkiyeyê belav dibe. Ev salek ne bi malbatê re ne jî bi parêzeran re hevdîtin tê kirin û bi hincetên cuda serlêdan tên redkirin. Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan re (MED-TUHAD-FED), Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî tecrîdê di 12’ê Hezîranê de bi dirûşma ‘li dijî tecrîdê ji bo azadî bê parastin em dimeşin Gemlîkê’ meşek tê plankirin.   Wê bi hezaran bimeşin Gemlîkê   Amadekariyên meşê bê navber tên meşandin û bi taybet li taxên Stenbolê bê navber tên meşandin. Bi pêşengiya TJA’yê jî bi jinan re civîn tên kirin û ji bo meşek xurt pêk bê bang li jinan tê kirin. Tê payîn ku bi hezaran kes biherikin Gemlîkê.   Cigira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk der barê meşê de ji ajansa me re nirxandin kir.   ‘Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye’   Burcugulê da zanîn ku Rêberê PKK’ê bi komployê anîne Tirkiyeyê û ev 23 sal in tê tecrîdkirin û wiha vegot: “Welatên tevli vê komployê bûn bi peyaman û qanûnên xwe bi rêbazeke ne rewa heps kirin. Aşkera ye çareserî bi hêzên navneteweyî û kapîtalîst pêk nayê. Birêz Ocalan ji roja hatiye girtin tê tecrîdkirin.”   ‘Hinceta cezayên dîsîplînê gotinên di pêvajoya çareseriyê de ne’   Burcugulê destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriyê de Abdullah Ocalan kêm be jî bi malbata xwe re bi rêk û pêk hevdîtin kiriye û wiha dirêjî dayê: “Hevdîtinên parêzeran hatin kirin lê em dizanin ku ji roja hatiye girtin tê tecrîdkirin. Her tim dibêjin koster xerabe ye. Niha cezayên dîsîplînê li ser hev didin û dikin hincet. Hincet jî hevdîtinên dema pêvajoya çareseriyê hatine kirine. Wê demê wezîr gotinên wî bi lez dibin ji Erdogan re. Lê îro bûne hinceta şer.”   ‘Bi tecrîdê dixwazin Gelê Kurd biçewisînin’   Burcugulê bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser Gelê Kurd jî û ev nirxandin kir: “Îro bi polîtîkayên binpêker ên li her çar parçeyê Kurdistanê Ocalan di bin tecrîdê de digirin û bi vê tecrîdê jî dixwazin Gelê Kurd biçewisînin. Ocalan di hevdîtina telefonê ya bi malbatê re gotibû ‘ez hevdîtina malbatê naxwazim ger parêzer bên ger muxatab hebe ez hevdîtinê dikim’. Birêz Ocalan jî polîtîkayên li ser wî dizane. Tecrîd bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Li hember Herêma Federal a Kurdistanê êrîş tên meşandin. Li hember Avaşîn û Rojava jî êrîş tên meşandin. Li girtîgehan binpêkirinên mafan gihiştine asta herî jor. Li ser Gelê Kurd ev polîtîka tên meşandin.”   ‘Divê Gelê Kurd rastiyê bibîne’   Burcugulê axaftina xwe wiha domand: “Girtî ji ber polîtîkayên tecrîdê bi mehane li cihekî ku rojê nabînin tên girtin. Mafên wan tune kirine. Me ji serî de got, tecrîda Îmraliyê li girtîgehan jî tê dîtin. Ger em bixwazin tecrîdê bişkînin divê em rastiyan bibînin. Ewlehiya me ev e ku hîna têkoşîna Gelê Kurd didome. Îro li ser daxwazên Gelê Kurd ber bi Gemlîkê ve meşek pêk tê. Tevî hemû zextan meş wê pêk were. Gelekî girîng e ku em dest jê bernedin. Divê binpênkirin bên hilweşandin. Divê em tecrîda Îmraliyê bişkînin û têkoşîna xwe bidomînin.”