DBP'ê serdana DFG'ê kir 2022-06-09 16:03:18   AMED - Şandeya DBP'ê ya ku di nav de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî heye ji bo piştevaniya bi rojnamegeran re çûn serdan DFG'ê. Keskîn di serdanê de got: " Ev qirkirineke siyasî ye. Dixwazin dengê me qut bikin." Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu jî diyar kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin.    21 kesên ku 20 jê rojnameger in di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de hatibûn binçavkirin hêj di bin çavan de ne. Li ser dosyaya rojnamegerên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin de biryara sînordarkirinê heye. Rojnamegerên ku hêj nediyar e bi çi tên sûcdarkirin di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.    Derbarê binçavkirinan de bertek û nerazîbûnên raya giştî didomin. Ji bo piştevaniya bi rojnamegeran re Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî di nav de şandeya ku ji rêxistina DBP'ê pêk tê serdana Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) kir.    'Em li hember bêhiqûqiyê bêdeng nabin'    Di serdanê de Keskîn Bayindir axivî û bal kişand ser êrişa li hemberî çapemeniyê û got: "Em di ferqê de ne, îqtîdarî ji bo avakirina sîstemek li gor xwe, ji bo avakirina împaratoriya çapemeniya xwe li dijî çapemeniya azad êrişek mezin dide meşandin. Ji bo vê jî hemû derfetên xwe bikartînin. Tê zanîn em bi saya çapemeniyê dengê gel dibihîsin. Em dibin şahîdê bê hiqûqî yên heyî û li gorî wê berteka xwe diyar dikin. Îro weke her carî êrişek mezin pêk anîn. Gelek rojnameger hatin binçavkirin û bi ser avahiyên çapemeniyê û malên wan de girtin. Ev qirkirineke siyasî ye. Dixwazin dengê me qut bikin. Lê em ji dibêjin em ê li hemberî wan êrişan gel we bin. Em ê li hemberî bê hiqûqiyê bêdeng nemînin."   'Em ê bibin bersiva wan êrişan'    Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu jî di serdanê de axivî û bal kişand ser berxwedana rojnamegeran û wiha bi lêv kir: "Êrişa li ser me pêkhatiye ji geşedanên Tirkiyeyê diqewime. Li hemberî kurdan dijminatiyeke mezin dikin. Bi heman rengî jî êrişî rojnamegerên kurd dikin. Em tim dibêjin em şopdarên Apê Mûsa û Gurbetellî Ersoz in, ji ber vê yekê êrişê li me dikin. Lê belê Apê Mûsa û Gurbetellî çawa li ber xwe da em ê jî li ser şopa wan têbikoşin. Em ê bi vî rengî bibin bersiva êrişan."