Rojnamegerên li Wanê: Demildest hevalên me berdin 2022-06-09 15:06:40     WAN - Rojnamegerên Wanê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan û bang li çapemeniya 'muxalîf' kirin û gotin: "Divê her kes xwedî li çapemeniya kurd derkeve û dengê xwe bilind bike."   21 kesên ku 20 jê rojnameger in di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de hatibûn binçavkirin hêj di bin çavan de ne. Li ser dosyaya rojnamegerên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin de biryara sînordarkirinê heye. Her wiha rojnamegerên ku hêj nediyar e bi çi tên sûcdarkirin di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.   Derbarê binçavkirinan de rojnamegerên li Wanê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji hêla rojnameger Adnan Bîlen ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Duh li Amedê operasyoneke pêk hat û 20 hevalên me hatin binçavkirin. Derbarê dosyayê de biryara “biryara sînordarkirinê” hat dayîn. Hevalekî me 10 saetan di kelepçeyê de ma. Ev îddîayên ku derbarê rojnamegeran de tên kirin derew in û hewldanek ji bo beralîkirina têgihiştinê ye. Weke ku tê bîra we salek nîv beriya niha li bajarê me 2 welatî ji helîkopterê hatin û hevalên me nûçeya wê çêkir û hatin binçavkirin. Di dawiya dozê de hevalên me beraat kirin û heta Dadgeha Destûra Bingehîn jî biryara binpêkirinê da. Wê rojê dîsa bi destên medyaya alîgir û alîgiran manîpulasyon bi serenavê "Operasyona li dijî Komîteya Çapemeniya KCK'ê" hat pêşkeşkirin.    Bi girtina rojnamevanan de li gelek hesabên medyaya dijîtal de 'Di operasyona li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê de paqijkirina rêyan' hat binavkirin. Em baş dizanin ku ev operasyon bi armanca bêdengkirina dengê kurd û muxalîfan e. Divê bê zanîn ku çapemeniya azad wê li hemberî polîtîkayên zext, tundî û şer serî natewîne û berdêla wê çi dibe bila bibe wê ji bo rastiyê bigihîne gelan têbikoşe. Çapemeniya azad a ku li hemberî ti zextan bêdeng namîne, bi van feraset û operasyonên zextê jî bêdeng nabe.   Yên ku ji xwe re dibêjin 'muxalîf' dema mijar dibe rojnamevanên kurd, bila zanibin ku her destwerdan û operasyonên tirsandinê yên li dijî rojnamegerên kurd wê dawî li we vegere. Pêwîste her kes xwedî li çapemeniya kurd derkeve û dengê xwe bilind bike. Banga me ji hemû gelan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û rojnamegerên li welat re ye, li hemberî vê rewşa bêexlaqî ya li hemberî çapemeniya kurd dengê xwe bilind bikin! Em bang dikin ku demildest hevalên me yên rojnameger bên berdan û em ê her tim li kêleka wan bin.    Bijî çapemeniya azad."